LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Alozî û federasyon

Alozî û federasyon

Di van rojên bihurî de şerê li Reqayê dijwar bûye. Li Efrîn û Herêma şehba dagirkeriya dewleta Tirk bi komikên çeteyan didome.ez xelet nebim.li ser mijara federasyonê li Rimêlan Rêveberên Rojava/bakurê surî li hev dicivin. Pirsgirêkên kêmnetewan û vîna gelê surî tê niqaş kirin. li ser mijara pêngava rizgarkirina Reqayê û xwediyê girîngîyekê çawa ye? Şerê li hember Daiş’ê wê çi serkeftinan bi xwe re çêbike. ji Rêveberiya Rojava û hinek fermandarên QSD’ê re pirsê me bersivandin. di rastiya sûrî û qeyrana ku dawî lê nayê. çareserî û dermanê vê aloziyê çiye? her roj tê qisekirin. Lavrov li ser ragihandinê carek din li xwe mikûr hat ku divê mafê gelê surî bê dayîn. Rûsya ji bo berjewendiyê xwe bi Rêjîma surî re danûstandinên dem dirêj dikin.
Êdi li Rojava û li Surî zemîna deriyê çareseriyê zelal dibe. Şerê li hember Daiş’ê xeyalên Erdogan ji hev xistin. Ji bo Meclisa Reqayê a sivil jî gavekê dîrokê hat avêtin. wê 73 welat piştgiriyê bikin. Berxwedana Rojava bandora xwe tevahî li ser Sûrî kir. Erdogan di destê kurdan de dîn û har bûye. li Bakurê Kurdistanê hewil dide bi nijadperestiyê bi şerê leşkeri kurdan û hêzên demokratik tûne bike. Kurdan li seranserî rojhilata navîn nexşerêya xwe hilbijart.
Wê çaxê em wisa bêjin. Kurd û dostê kurdan ji bo azadiya gelan bingehê jiyanekê demokratik û komînal ava dikin. Kurd hewil didin ku xwe di nav pencên qirkirina netew dewlet de xilas bikin. berxwedanî xilasî û rizgarî ye. şoreşa Rojava bi tîpên hêsan guhertin û veguhertin çênekir. sîstema federal jî hevgirtina gelan re aloziyê ji holê radike. nêrin û ramanên radikalizmê bi netewa demokratîk cihê xwaziya gelan pêktine. nakokiyên gelê surî di bin sîwana Federasyonê de tê niqaş kirin. hêzên ser erdê çarenûsa xwe ya sedsalan diyar dikin. netew dewlet û deshilatdariyê qirêjiya ku hezar salan e bandorek çêkiriye. Civak kesayet şerê mezin raber dike. Modela federasyonê bi berxwedana kurdan û gelê surî alozî û qeyran ji holê tê rakirin.
Rojen Arî
01:45-29.07.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً