– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Dewleta Tirk a dagirker bi armanca şerê hêzên şoreşger, komên çete bi navên nû li bajarê Ezazê yê herêmên Şehbayê ava kir.
* Li Idlibê dema ku di navbera gurûpên çete de şer diqewimî leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi riya Partiya El-Tirkstanî El-Islamî derbasî bajarê Idlibê bûn.
* Welatiyên bajarê Meret El-Numan yê girêdayî Idlibê li dijî çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, xwepêşandan li dar xistin.
* Koalîsyona Neteweyî a Hêzên Muxalîf (SMDK) ji bo ku Hêzên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bikevin lîsteya rêxistinên terorî serî li Konseya Ewlehiyê a Neteweyên Yekbûyî (NY) da.
* Dijbereya Sûrî civîna xwe ya demkî bi beşdariya hemû rayedarên xwe li Stenbolê lidarxist. Di civîna demkî de mijarên weke Cinêv, Astana, meseleya Îdlibê, şerê ku li Sûrî berdewam e û hewlên dijbereyê yên bi hêzên navdewletî re hatin guftugokirin. Rêvebirê Opozisyona Sûrî Ehmed Ramadan got: “Em niha li ser du aliyan kar dikin. Yek mijara siyasî û ya din jî rewşa meydanî ye.
* Rêjîma Sûrî doh şeveqê, hejmareke xalên Daişê di bajarê Suxnê de li gundewarê Humsê yê rojhelat kontrol kir.
* di encama topbarandina hêzên rêjîmê li ser gundê Sikêk ve li gundewarê Idlib ê, welatiyeke sivîl jiyana xwe ji dest da û jinek jî birîndar bû .
* Rêxistina terorîst ya Daişê doh şeveqê êrîşeke ji nişkê ve bi ser bargehên Rêjîma Sûrî li bajarê Resafê yê gundewarê Reqayê yê başûr bir.
* Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî QSD′ê, hejmarek sivîl ji nava destê DAIŞ′ê rizgar kirin. Di encama gulebarana çeteyan de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek jî birîndar bûn.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sêrtê Besima Konca hat berdan.
* Serokwezîrê berê yê Swêdê Carl Bildt, li ser hewldana derbaya leşkerî ya 15ê Temuzê ya li Tirkiyeyê gotarek nivîsand û ragihand ku eger derbe di 48 saetan de nehata astengkirin, dê şerên navxweyî li Tirkiyeyê rû bidane.
* Berdevkê Serokomarê Tirkiyeye Îbrahîm Kalin derbarê moşekên S-400î ku bi Rûsyayê re hîn danûstendina wan tê axaftin ragihand ku li hev kirin e.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, dê Heşda Şeibî û Heşda Eşayîrî beşdarî operasyona kontrolkirina Telaferê ku di bin destê DAIŞê de ye bibin.
– ROJHILATA NAVÎN Û IRAN:
* Wezîrê karên derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf di peyama xwe ya bi rêka Tewtters`ê nivîsî: Îranê terseyî Amerîkayê bi dil û can hem naverok û hem jî rihê rêkeftina navokî cih aniye, lê kiryarên Amerîkayê nîşan didin ku niyeta vî welatî li ser vê rêkeftinê xirab e.
* Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê Behram Qasimî got: Tehran mafê bersivdayîna li hemberî kiryara Amerîkayê ji xwe re parastî dizane û bi hemî şîyana xwe bernama navokî ya xwe didomîne. herwiha got: Sîyaseta Îranê di warê meseleyên leşkerî û mûşekî tam zelal e û welatên din mafê destwerdana di vî warî de tinene.
– CÎHAN:
* Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li Dijî DAIŞê yê Amerîkayê Brett MG ji ber zêdebûna gefên El Qaîdeyê ya li herêma Îdlîbê ya li ser sînorê Tirkiye, hinek îfade bi kar anîn ku di wan de Tirkiye tawanabar kir.
* Serok Donald Trump bi rêzek twîter ragihand ku ji bo Sekteterîya Giştî ya Qesra Sipî, Wezîrê Ewlekarîya Navxweyî John Kelly tayîn kiriye.
* Parlamenterê Arîzona yê Civata Nûneran Trent Franks dîyar kir ku Kurd, dewleteke azad û serbixwe heq dikin.
* Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Ryabkov li ser biryara dorpêçên nû yên ji bo Rûsyayê diyar kir ku ev helwest erkên rêveberîya Amerîkayê ji polîtîkaya derve mehrûm dike.
05:55-29.07.2017
Rojev24