LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Li 7 taxan şere, 29 çete hatin kuştin

Li 7 taxan şere, 29 çete hatin kuştin

REQA – Li 7 taxên bajarê Reqayê şer bi dijwarî diqewime, pêşevçûna şervanên QSD′ê didome. Di 12 saetên dawî de 29 çete hatin kuştin.
Li taxa Nezlit Şihadê ku piraniya wê hatiye rizgarkirin, şervanên QSD′ê dest bi êrîşên li dijî çeteyên DAIŞ′ê kirin, di encamê de 8 çete hatin kuştin û cenazeyên wan li kolanin. Şervan li gelek kolanên taxê pêşve diçin.
Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajêr jî, di encama xebatên paqijkirina derdora mizgefta El-Mene de 6 çete hatin kuştin. Her wiha tuneleke çeteyan jî hat dîtin.
Li taxa Deriyê ya dikeve rojavayê bajêr jî 3 çeteyên DAIŞ′ê bi sekvanên şervanan hatin kuştin. Di encama pevçûnên li taxa Nehda ku şervan nû derbasî wê bûne jî, 2 çete hatin kuştin.
Li bakur rojhilatê bajêr jî çeteyan hewl dan êrîşî noqteyên rizgarkirî yên li taxa Rewda bikin. di encama şerê ku li vir rû da de, 6 çete hatin kuştin, cenazeyên wan li taxê ne û 3 çete jî birîndar bûn.
Her wiha di şerê li taxa Reqaya Kevin a rojhilatê bajêr qewimî de jî, 3 çete hatin kuştin (yek jê sekvane). Li taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê taxa Berîdê jî çeteyek hat kuştin.
Ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê jî li noqteyên rizgarkirî mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandibûn, rakirin û di tunelên çeteyan dîtin.
30-07-2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً