– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Buroya Têlkiyên Dîplomatîk a PYD′ê îdîayên Heysem El-Malih derewand û bang li hêzên demokratîk û niştimanî yên Sûriyê kir ku bi wêrekiyeke mezin tev bigerin, da ku Kongreya Niştîmanî ya Sûrî ya herêmên ku ji rêjîma Baas, çeteyên DAIŞ′ê û dewleta Tirk a dagirker hatine rizgarkirin, were lidarxistin.
* Rêveberiya Xweser rêya yasayî da erebên Mexmûrî, yên ku di çarçoveya guhertina demografiya Rojavayê Kurdistanê û bi plana bi navê Kembera Erebî de li herêmên kurdî hatibûn bicihkirin, ku beşdarî hilbijartinên komîn û encumenên xwecihî yên li Rojavayê Kurdistanê bibin.
* Li derdora Dibistana Sadiq, di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şer derket, 16 çete hatin kuştin û 2 erebeyên leşkerî hatin rûxandin.
* Çeteyên DAIŞ`ê bi erebeyeke bombebarkirî, êrîşî sivîlên ku ji aliyê şervanên QSD`ê de ve dihatin rizgarkirin, kirin. Di encamê de 4 zarok jiyana xwe ji dest dan û 2 şervanên ku sivîl rizgar dikirin, şehîd bûn.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Ezazê bi cih dibin, gundê Meserkê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê dikin. Di encamê de ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.
* Li herêmên Şehbayê sê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk birîndar bûn, her wiha Artêşa Tirk û çeteyên wê yên li gundê Kelcebirîn û bajaroka Mari bi cih bûne topbarana herêmên Şehbayê didomîn in.
* hevbendiya Sûriya şemiyê ragihandin û diyar kirin ku komelên Rikberiya Sûriya yên li Çola Sûriya amade ne ku di şerê Dêrazore de beşdar bibin.
* Bingeha Himêmîm ya Rûsî li Sûriya li ser rûpelên xwe yên malperên civakî ragihandin ku Rûsiya hewldide ku navçeyên kêmkirina Tûndiyê li Sûriya fireh bikin.
* Hêzên Rêjîmê bi alîkariya Milîsen biyanî navçeya Sibêxiyat li gundewarê rojavayî Dêrazore kontrol kirin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saadet Becerîklî hate binçavkirin.
* Li navendeke kirînfiroşiyê ya li paytexta Qeter, Dohayê posterên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan hat daliqandin.
* Krîza di navbera desthilatdariya Erdogan û hikûmeta Elman de her diçe kur dibe, pirojeyên bajarên dostaniyê yên di navbera du welatan de betal bûn.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji bo piştgirîya referandûmê ji parlamenterên kurd yên di parlamentoya Tirkîyeyê nameyek amade kirîye û dixwazin bi Erdogan re jî hevdîtin pêkbînin.
* Li gorî agahiyên Liwîs Sako Patriyakê Kildan li Iraq û cîhanê bi sedema êrişên tolstandinê mesîhiyên herêma Mûsilê nikarin vegerin navçeyên xwe.
* Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, 31 Tîrmehê komîteya bilind a referandumê dicive û dê di vê civînê de, sê mijar werin gotûbêjkirin. yekemîn mijara civîna Komîteya Bilind a Hilbijartin û Referandumê li Herêma Kurdistanê dê raporta xwe li ser encamdana referandumê pêşkêş bike. mijara duyem dê di civînê de heykeliyeta Komîteya Bilind a Referandumê were gotûbêjkirin, mijara sêyem de jî dê gotûbêj li ser helwest û karvedanên navdewletî yên li hember encamdana referandumê li Herêma Kurdistanê were kirin.
* Şêwirmendê Partiya Tirkmenelî Elî Miftî diyar kir, ku heta lihevkirineke nîştîmanî nebe, zehmete referandûma Başûrê Kurdistanê serbikeve. Miftî herwiha diyar kir, eger Kerkûk bibe herêmeke federal, dikare pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike.
* Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê YNKê radigihîne, ku ji bo lihevkirina nîştîmanî çêbibe, gava herî bi bandor çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê ye.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Seyîd Ebas iraqçî Serokê navenda şopandina cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ya wezareta karên derve ya Îranê Pesend kirina Pêşniyarqanûna Kongera Amerîkayê bona boykotên nû yên dijî Îranê siyasetekî dijî Têhranê daye zanîn û got: Qirar nebû ku Rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 dijayetiyên Amerîkayê tev gelê Îranê kêm bike.
* Helîkopterên Amerîkî bi nizmayî ve li ser keştiyên şer ên Îranê ve firiyan e û aciziya keştiyan kirin e.
– CÎHAN:
* Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson, ji zêdebûna gefên Koreya Bakur, Rûsya û Çînê berpirsyar girt. Tillerson di derbarê ceribandina moşeka balîstîk a nû ya Koreya Bakur de daxuyaniyeke belavkir, tê de diyar kir ku “Piştgirên aboriyê ya bernameya pêşxistina çekên nuklerî ya Koreya Bakur, tenê berpirsên zêdebûna gefên li dijî îstîqrara kurewî û herêmî Rûsya û Çîn in.”
* Piştî biryara Kongresa Amerîkayê ya derbarê cezakirina Rûsyayê de, vî welatî demildest bersiv da Amerîkayê û biryar da ku hejmara dîplomatên amerîkî li Rûsyayê kem bike.
03:00-30.07.2017
Rojev24