LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Hevpeymaniya Koalîsyonê navnetewî : em Pêşmergeyên Roj nasnakin

Hevpeymaniya Koalîsyonê navnetewî : em Pêşmergeyên Roj nasnakin

IRAQ-Berdevkê koalîsyona navnetewî di riya hevpeyvînekê li ser kenala Rûdaw ê de eşkere kir ku têkiliyên wan tenê bi hêzên Sûriya Demoqratîk heye û ew tu hêzê bi navê pêşmergeyên rojava nasnakin.
Duh di riya hevpeyvîneke kenala Rûdaw ê ya bi ser Herêma Kurdistanê ve ku di riya peywendiyeke telîfonî de Berdevkê koalisyona Navnetewî Rayan Dailon ji Bexdayê bû mêvanê wê, Daylon derbarê têkiliyên wan bi hêzên ku niha li dijî DAIŞ ê şer dikin, piştgirî û esas girtina wan anî ser ziman.
Daylon di destpêka axaftina xwe de tekez kir ku piştgiriya wan ji bo hêzên Sûriya Demokratîk QSDê ku li ser erdê bi aktîv li dijî DAÎŞ ê şer dike di operasiyona rizgarkirina Reqqayê dewam dike. Her wiha destnîşan kir ku ew dikarin bi hêza QSD ê re bajar ê Reqayê rizgar bikin bê ku tu hêz peşdarî operasiyonê bibe.
Di berdewamiya pirsên pêşkêşvanê Rûdaw ê Dilbxwîn Dara de gelo nerîna hevpeymaniyê li hemberî Pêşmergeyên Roj û ew itîfaqan bi wan re li pêşbixin yên ku Dara hejmara wan bi 5 hezarî da ku ew ji aliyê Hevpeymaniê hatine perwerde kirin û niha li djî DAIŞ ê şer dikin ku PYD û YPG rê nadin derbasî Rojava bibin, Daryon li ser vê pirsê diyar kir ku ew tu hêzê bi navê Pêşmergeyên Roj nasnakin,û di axaftina xwe de tekez kir ku ew bi hêza QSDê dikare şerê li dijî DAIŞ ê bike, û wiha dawî li axaftina xwe anî, ku ev girûp ji aliyê Hevpeymaniyê nayên perwedre kirin, ji aliyê Tirkiyê ve têne amade kirin.
Li ser îdaaya PDK ku pêşmergeyên roj ji aliyê Hevpeymaniyê têne perwerde kirin derdikeve holê ku ew ji aliyê subayên Tirk ve têne perwerde kirin.
04.30-01.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan têkildarî şewata li girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew demildest …

اترك تعليقاً