LEZGÎN
الرئيسية / Cîhan / DYA, Trump û polîtîkaya aborî  

DYA, Trump û polîtîkaya aborî  

NAVENDA NÛÇEYAN – Her çiqas aboriya welatekî an jî dewletekî ne bi aboriya serok an jî sererkanê wî welatî ve girêdayî be jî lê dema mirov armanca hin kesan a hatina ser desthiladar a dewletê, carina çav diçin ser politîkaya aboriyê ya wî kesî. DYA jî yek ji van welatan e, bi taybetî hatina Trump a serokatiyê, aboriya malbata wî û siyaseta aboriyê bala her kesî dikşîn e.

“Ligel  zanyarî û teknolojî bi lez pêş dikeve jî hê jî ji mirinê re çare nehatiye dîtin. Ji ber vê yekî her mirovek ji dayikbûnê ve dê bi awayek û di dema xwe de mirin jî çêbibe. Ev encameke nebe nabe ye. Ji ber vê yekî her mirovek divê vê rastiyî qebûl bike.

 Di sîstemên Kapîtalîst de daxwazên qezanckirina mirovan bê sînor e. Em dikarin bibêjin ku dîktatorî di encama van daxwazên bê sînor derdikevin hole.

Baş e çima welatek, desthiladariyek, an jî serokdewletekî, aboriya beranberê aboriya hemû hemwelatiyên wî welatî ye? Çima ew sererkanê wê welatî hewceyî bi qesrên spî, ji kurê xwe bigire hemû xizmên xwe dike berpirsiyarên şîrketên herî mezin, an jî şêwirmendê xwe? Ev çavnebarî ji ku tê, çima dawî lê nayê? Ev pirs hemû hêjayê nîqaş û nirxandinan e. Lê em dizanin ku dema mirov Qralê Siûdî Erebîstanê, Qetarê, Urdunê, Brîtanyayê, her wiha serok dewlet ên Tirkiyê, yê niha Amerîka, Rûsya û hwd dinêre di bin navê xurtkirina aboriya welatê xwe, aboriya civakê tarûmar dikin.

Îro aboriya çend sed hezar kesên kapîtalîst beranberê aboriya nêzî 7 milyar însanên di cîhanê de ye. Vaye sedema hemû nebaşî û qirêjiyên derdikevin hole ev sîstema newekheviyê an go kapîtalîst a hovane ye.

Baş e em werin ser mijara xwe ya esasî. Yanî aboriya Amerîka û hatina Trump re çi guherî an jî wê çi biguhere.

Bêguman aboriya welatekî bi hatin an jî guherandina serokekî ji nişka ve naguhere hele hele ev welatekî wek e DYA be. Lê dîsa jî çend lêkolînên li ser terz, uslub û hewildana Serokê DYA’yê Trump de hatî kirin vebêjin.

Di cîhanê de aboriya welat an jî dewletê ya herî xûrt a Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) ye. Ev li veberhênanê xwe dispêre li ser bazirganiya serbest û reqabeta bazirganiyê. Welatên Yêkgirtî  xwedî dewlemendiyeke mezin ji petrolê, gaza xwezayî, komir, uranyumê lê di heman demêde jî yek ji dewletên herî zêde ku Istîrade(ithalat) madeyên sotemeniyê dike ye.  Çandinî jî xwedî risteke mezine di aboriya Amerîka de dilîzê. Çavkaniya vê jî divegere ku erdên wê bi behremin, pirin û cur bi cur çandinî lê çêdibê. Her wiha senayiya Amerika jî pir xurt e. Ruxmî xurtbûna van çavkaniyên aborî jî DYA deynên dewleta ku herî zêde ku li ser hene.

Bandora serokên Amerîka ya li ser aboriya wê

Aboriya Amerîkayê  ji serokên dihatin ser desthiladariyê diguherî. Heta niha ji du alî an go partiyan dest guherandiye,  yek ‘Demokrat’ ya din jî ‘Komarî’ ye. Heta niha dema serokekî ya partiya ‘Demokrat’ dihat ser desthiladariyê aboriya Amerîka di rewşek baş de derbas dibe, lê yê ‘Komarî’ aborî ber bi jêr ve an go hilweşandinê ve diçe.

Dema mirov li aboriya Amerîka ya di serdema serokatiya Bîll Clinton (Demokrat) û ya serdema George W. Bush (Komarî) meyze dike, wê ev firq bê dîtin.  Dema Clînton hate ser serokatiyê ku ji George W. Bush dewir wergirtibû, aboriya Amerîka di nava aloziyekê de derba dibû û deynên li ser gihiştibû 290 milyar dolar î. Lê ev deyin di demek kin de di asteke bilind de kêm kir, hejmara kesên bê kar kêm bû. Ji ber vê yekî ji bo serdema Clînton wek e serdema ‘Aboriya Zêrîn’ dihat binav kirin.

 Donald Trump kî ye?

 Donald Trump di sala 1946’an de li bajarê New York ê ji dayikbûye, koka wî ne Amerîkiyek resen e. Bavê wî eslê xwe ji Almanî ye û dayika wî jî eslê xwe Îskotlendiye. Trump perwerdehiya xwe li Dibistana Forest Kew a li herêma Forest Hills of Queens ya New York City standiye. Di 13 saliya xwe de tevlî akademiya leşkerî ya li bajarê xwe bû ku girêdanên bîrdozî datîne hole. Piştre wî li Zanîngeha Fordham ya Aborî li New Yorkê xwend. Piştî dawîkirina xwendina xwe derbasî nava karê Amalk bû. Her ku diçû sermaya wî mezin dibû û bû yek ji dewlemendên Amerîkayê. Di meha tîrmehê ya sala 2016’an de Trump di hilbijartinê de wek e nûnerekî ji Partiya Komarî wek e serokatiya Amerîkayê hate hilbijartin. Trump berî bibe serokê Amerîka bi tu xebatên siyasî re mijûl nebûye û tenê karên aboriyê kiriye. Her wiha diyardeya vê yekê jî hin pirtûkên ku wî ji tecrubeyên xwe yên jiyanî nivîsandine wek e “Rêbazên Muzakerekirinê”, “Çawa wê tu sax bimînê”, “Çawa tu wê dewlemend bibe”, “Çima tu dixwazê bibe dewlemend” û “Riya serkeftinê” nivisandiye.

Şêwirmendên Trump û tecrûbeyên wan yên aborî?

Jared Kushner; di sala 1981’an de ji malbateke cihû ji New Jersey ji dayikbûye. Malbata wî alîgirê Partiya Demokratîk e. Her wiha têkiliyên wî yên baş bi rayedarên siyasî ya li Îsraîlê re hene. Kushner, di dibistana Cihûyan yê taybet li Livingston, New Jersey xwendiye. Piştre derbasî Zanîngeha Harward bûye, lê ew di xwendina xwe de ne serkeftî bû û li gorî nûçegihanekî bi nave Danyal Gurdn got ku bavê Kushner ruşwet daye wê zanîngehî da ku kurê wî tevlî bibe. Kushner di aliyê Amalk de çalakbû, her wiha gelek pere div î warî de bi destxistin û tecrûbeyek wî ya mezin di vî karî de heye. Dîsa ew jî wek e Trump tu tecrubeyên wî yên siyasî tune ye. Xûrtbûna têkiliyên Kushner û Trump bi riya zewaca bi keça Trump re çêbû dema Trump bû serokê Amerîkayê ya Kushner wek e mezinê şêwirmendên xwe ragihandin.

Ivanka Trump;

Mary Ivanka Trump di Cotmeha sala 1981 li Manhattan, New York ji dayik bûye, keça Trump a mezin e. Ivanka du salan li Zanîngeha Georgetown li Washîngtonê beşa Aborî xwend. Û di sala 2004’an de zanîngehê bi pola pir baş de dawî kir. Di sala 2006’an de Ivanka bû rêvebera giştî ya saziya bavê xwe ya bi nave Saziya Trump û tê de gelek pêşketin çêkir. Piştî hatina bavê wê li Qesra Spî di çileya 2017’an de, Ivanka bû alîkara şexsî ya bavê xwe. Bi hatina wê ya ji Qesra Spî re bi xwe re gelek nakokî jî anîn. Ji ber ku hatina wê li wir ne li gorî zagonên DYA’yê bû, lê rûxmê wê jî karê xwe berdewam kir.

Nêrîna Trump a ji aboriya Amerîka re

Trump di hemleya xwe ya hilbijartinê di bin dirûşmeya “Amerîka wê cardin mezin bibe” dabû meşandin. Di vê çerçoveyî de di hemû axaftinên xwe de rewşa aborî dinirxand û li gorî xwe sedemên qelsbûna wê tesbît dikir û digot eger Amerîka bixwazibe careke din bi hêz bibe divê di milê aborî de xwe bi hêz bike. Lê heya niha di vê mijarî de nikaribû di hêla sererastkirinê de pêkanîneke tatmînkar çêbike. Piraniya analîstvanên vê welatî diyardikin ku îhtîmal heye ku aboriya Amerîka di serdema Trump de aloziyekê jiyan bike. Lê ligel vê yekî jî Trump dixwaze bi riya siyaseta ku niha dimeşîne hejmara sermayedaran zêde bike. Vê jî bi vekirina riya febrîqeyên xwe li Amerîka avakirinê û bazirganiya xwe li wir bikin, ji bo vê yekî jî Trump niha projeyek ji bo kêmkirina miqdarên bace (vêrgî) amade kiriye. Û vê projeyî jî wek e gavekê ji bo xurtkirina aboriya Amerîkayê nîşan dide.

Projeya Trump, berjewendiyên wî û sermaye

Ev proje tenê ji bo sermayê hatiye amade kirin, lê di heman demê de jî Trump û şêwirmendê wî Jared Kushner ku têkiliyên wî bi cihûyan re xurtin, xwedî fabrîqe û çalakiyên aborî ne. Di heman demî de jî têkiliyên wan bi sermayedaran re jî xurtin, lewra ev gav ji bo berjewendiyên wan jî baş e.

Trump ji tecrubeyên keça xwe û hevjîna wê Kushner ev proje daye avakirin û mebesta wî jî ew e ku tenê berjewendiyên xwe bi parêze û hemû axaftinên wî ji bo rewakirina vê projeyê bûn. Ev yek teqez dike ku ev proje wê dewleta Amerîka di nava aloziyekî aborî ya di serdema Trump de jiyan bike de, bihêle.

Zagros Baran

02.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً