LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:

* Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed di gotara xwe ya di rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de got:” Tirkiyê niha hêza xwe ji bo destek kirina El Nûsra bi kar tîne”.

* Gelek sivîlên dema xwe ji çeteyên DAIŞ`ê xelas kirin û berê xwe dan cihên rizgarkirî, mayînên çeteyan bi wan de teqiya, di encamê de hinek sivîl birîndar bûn. Li aliyekî din jî li gelek taxên Reqayê şer didome û şervan bi pêşve diçin. Di van şeran de 13 çete hatin kuştin.

* Şervanên QSD′ê li du eniyên şer pêşveçûn û di encama pevçûnan de heta niha 15 çeteyên DAIŞ′ê hatine kuştin.

* balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê gund û bajarokeke herêmên Şahbayê yên rizgarkirî digere. Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dîsa dest bi topbarana gund û bajarokên herêmê kirin.

* Rêxistina Heyet Tehrîr El-Şam 1 Tebaxê êvarî êrîşeke li ser bargehên Rêjîma Sûrî li devera Mellah ya bakurê Helebê kirin, di encamê de 20 leşkerên Rêjîmê hatin kuştin, û hejmareke jî birîndar bûn.

* Bargeha Himêmîm ya Rûsî 1 Tebaxê amadebûna Hêzên Rêjîmê ji bo derbasbûna taxa Cober da ku ” Dawiya rêxistinên terorîst” bîne ragihand.

* Di çend rojên bûrî de bê dengî û kêmbûna karên leşkerî li Xûta rojhelat a Sûrî kêm bûne.

* rêxistina Ehra-uş Şam ku yek ji grûbên cihadîst ê li Sûriyeyê ye serokê xwe yê nû hilbijart. Ebul Bera bû serokê nû yê rêxistinê.

* Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand ku em dixwazin pêşiyê li berfirehbûna Îranê li Sûriyeyê bigirin.

BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:

* Li şaxên MHPê yên Golcuka Kocaeli û li Yenişehira Bursayê bi 100an endamên partiyê ji bo helwesta Navenda Giştî ji MHPê îstîfa kirin.

* Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûş oglu di civîna awarte ya saziya hevkariya îslamî li Istanbûlê daxwaza piştevaniya welatên îslamî ji gelê filistînê li hemberî dagîrkerî û cinayetên Rejîma Siyonîstî kir.

* Berdevkê Serokoamrê Tirkiyê, Îbrahîm Kalîn gotinên nûnerê taybet ê serokomarê Amerîkayê li ser ku Enqerê çiraya Kesk nîşan damezirandina baregeha El Qaîdê li nêzikî sînorê xwe tev Sûriyê daye, şermezar kir.

BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:

* Piştî ku Wezareta Petrol a Iraqê û Wezareta Petrol a Îranê li ser petrola Kerkûkê li hev kirin, berpirsê Leqa PDK yê Kerkûkê Mihemed Xurşîd li dijî rêkeftinê derket û ragihand ku dê encamên xirab derxe holê.

* Berpirsê Desteya Kargêriya Polîtburoya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK), Mela Bextiyar ragihand, Goran û Komela Îslamî jî digel biryara referandumê ne.

* Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behadîn re hevdîtin pêk anî. “Di civînê de pêwendiya navbera her du partiyan hat nirxandin û herwiha behsa aktîvkirina bê merc a Parlamentoya Kurdistanê jî hat kirin.”

* li sînorê parêzgehên Hewlêrê 20 parzûngehên petrolê yên neyasayî hatin daxistin. Di nav du hefteyan de jî xwediyên 18 jeneratoran, her yekê wan bi 800 dolaran hatin cezakirin.

* Rêveberek Tirkmenên Kurdistanê Îrfan Kerkûkî ragehand ku ciwanên wan dixwazin bibin Pêşmerge û xwedî rol bin di parastina Kurdistanê de.

ROJHILATA NAVÎN Û IRAN:

* Destyarê taybet ê serokê meclisa şêwraya îslamî ya Îranê Emîr ebdullahiyan li warê navneteweyî ragihand; Ewlehiya navçê ji ber xebata Bereya Berxwedanê dabîn dibe û pêwîst e Bereya Berxwedanê hevgirtina xwe biparêzin da ku ewlehiyê bigehînin navçeyê.

CÎHAN:

* Serokê Partiya Demokrat a Ermenistanê Aram Petrosyan piştgirî da referandûma Kurdistanê û ragihand ku divê kurd ji zû de bibûna xwedî dewlet.

* Li eyaleta Herat ya li rojavayê Afganistanê, di mizgefta Şîayan ya herî mezin de êrîşeke xwekujî hat kirin. Berdevkê Walîyê Heratê diyar kir ku di êrîşê de 20 kes hatine kuştin, lê parlamenterê wî bajarî Mehdî Hadîd da zanîn ku dibe ku hejmara kuştîyan bigihije 100’î.

04:00-02.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً