LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Di heftiyekê de êrîşên li ser Rojava

Di heftiyekê de êrîşên li ser Rojava

NAVENDA NÛÇEYAN- Di berdewamiya êrîşên dagirkirina Rojavayê Kurdistanê, ji aliyekî ve dewleta Tirk û ji hêhleke din ve jî çeteyên DAIŞ ê, di encama heftiyekê ya armanc kirina sivîlan ji aliyê terorîstên DAIŞ ê ve sivîlek bi mayînên çeteyan jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn, û ji aliyê dewleta Tirk ve herêmên Efrîn û Şehbayê 10 caran hatin topbaran kirin.

Êrîşên dewleta Tirk:

Di 26.07.2017 an de çeteyên artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Girê Şehîd Şîlan ê girêdayî navçeya Efrîn Cindirêsê û gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Efrîn Şêrewa kirin. Heman rojê artêşa Tirk û çeteyên wê bi topên hawanê êrîşî Qitmê, Xedamat, Girê Qestelê, Baflon, Maranez û Eyn Deqnê yên girêdayî navçeya Efrîn Şera kirin.
Di 27.07.2017 an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Qetmê û Kefer Cenê yên girêdayî navçeya Şera, bi çekên giran topbaran kirin.
Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker di nava erdên dagirkirî yên gundê Kurdo yê girêdayî navçeya Bilbilê, riyên leşkerî vekirin û alavên xwe yên leşkerî li ser sînor bi cih kirin da ku êrîşî Kantonê bike. Artêşa dagirker riyek bi dirêjiya 6 km vekir. Ev rê 300 metre dûrî gunde.

Di 28.07.2017 an de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li asîmanê navçeyên Şiyê, Raco û Bilbilê yên Kantona Efrînê geriyan.
Di 29.07.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li bajarê Ezazê bi cih dibin, gundê Meserkê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê topbaran dikin. Di encamê de ziyan gihîşt mal û milkên welatiyan.

Di heman rojê de helîkoptereke artêşa Tirk a dagirker li ser esîman ê gundên navçeya Raco ya Kantona Efrînê digeriya.
Di 29.07.2017 an de jî Artêşa Tirk a dagirkir û çeteyên wê gundên Ên Deqnê û Minx ên herêmên Şehbayê topbaran kirin. Çeteyan 26 top avêtin herêmên navborî. Di encamê de sê çeteyên girêdayî Artêşa Tirk birîndar bûn.
Di 30.07.2017 an de artêşa Tirk a dagirker saet di 21.30′an de derbasî nava erdên gundên Siftekê û Bobenê yên dikevin rojavayê bajarê Kobanê bûn û hêza xwe li wir bi cih kirine.Welatiyên gund dane zanîn ku artêşa Tirk a dagirker mayînan li herêmê diçîne.

Di 30.07.2017 an de jî artêşa Tirk a dagirker a li gundê Kilcibrîn a dikeve navbera bajarê Ezazê û bajaroka Mari de bi cih dibin, bajaroka Minix, gundên Elqemiyê, Eyn Deqnê, Şêx Îsa, Semûqa û Til Midyeq ên hêrêmên Şahbayê û gundê Merenaz ê Kantona Efrînê, topbaran kir.
Di 01.08.2017 an de Çeteyên artêşa Tirk bi şev gundê Şêx Îsa, Belûniyê û Bajarokê Erfad(Til Rifet) ên herêmên Şehbayê topbaran kirin. Her wiha balafireke keşfê ya artêşa Tirk a dagirker li ser esmanê gundê Merenazê yê navçeya Şera yê Kantona Efrînê geriya.

Di 02.08.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li bajaroka Mari bi cih bûne, bajaroka Minx a Şehbayê tobarana kirin. Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê gundê Cilbera yê Efrînê, topbaran kirin.
Di 02.08.2017 an de jî Leşkerên Tirk li ser sînorên Hatayê û Bakûrê Surî 4 sîvîl qetil kir.sivîlan dixwestin ji ser sînorê li Gundê Hamda (Beşaslan) a girêdayî navçeya Reyhanli ya bi ser bajarê Hatayê derbas bibin.
Êrîşên DAÎŞ ê:
Di 02.08.2017an de Mayînê ku komên çete yên DAIŞʹê li ser riya El-Kesra ya girêdayî Dêra Zorê danîbûn teqiya. Di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 4 sivîl birîndar bûn.

07:30-03.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً