LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Korîdor hat vekirin û bi dehan sivîl hatin rizgarkirin

Korîdor hat vekirin û bi dehan sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Şervanên QSD′ê xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ′ê dişikînin û di navbera taxa Nezlit Şihadê û navenda bajar de korîdoreke bi ewle ji sivîlan re vekirin.
Şervanên QSD′ê li eniya başûrê Reqayê pêşve çûn, xetên parastinê yên çeteyên DAIŞ′ê şikandin û mayînên ku çeteyan çandibûn bêbandor kirin. Her wiha şervanan di navbera taxa Nezlit Şihadê û navenda bajêr de vekirin. Di encamê de ekîpên taybet ên QSD′ê bi dehan sivîlên ku di bin dorpêça çeteyan de asê mabûn rizgar kirin û gihandin cihên bi ewle, da Komîteyên Xizmetê yên Meclîsa Sivîl a Reqayê pêdiviyên wan bi cih bîne.
Her wiha welatiyên ku di encama hedefgirtina çeteyan de birîndar bibûn, birin noqteyên tenduristiyê.
05:15-04.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً