LEZGÎN
الرئيسية / Rojhelata Navîn / Li Reqayê pêvçûn: 3 jê sevkan 13 çete hatin kuştin

Li Reqayê pêvçûn: 3 jê sevkan 13 çete hatin kuştin

REQA – Pêşveçûyînên şervanên QSD`ê li aliyê rojava yê  Reqayê de didome. Di şerê îro de sê jê sekvan 13 çete hatin kuştin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 59`an de, didome. Di vê çarçoveyê de, li taxa El-Rewda ya aliyê rojhilat ê Reqayê, yek jê sekvan 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin. Her wiha maşîneyeke ku doçka li ser barkirîbûn li aliyê rojhilat yê Reqayê,  li başûrê Mizgefta El-Etîq a taxa kevin a Reqayê, hat rûxandin.

Li taxa El-Nehda û Mesakin El-Idxar ku li aliyê  bakur-rojavayê Reqayê dikeve, şervanên QSD`ê bi pêşve çûn û gelek avahî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şerê li vir de, du jê sekvan 6 çete hatin kuştin.

Li taxa El-Diriyê  ya aliyê  rojava yê Reqayê, 3`yê çeteyên DAIŞ`ê bi  sekvanên QSD`ê hatin kuştin.

Ji  aliyekî din ve jî, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê, şeva din sê malbatên din ku di nav wan de  birîndar hebûn, hatin rizgarkirin û şervanan birîndar rakirina nexweşaneya QSD`ê.

04.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً