REQA-Cenga mezin ya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja xwe ya 60 an de bi berxwedaniya şervanên QSD ê didome, di heftiyekê de, 91 çeteyên DAIŞ ê di nav de 7 sekvan di şerê ku li 7 taxên Reqa bi dijwarî rû didin hatine kuştin, 7 wesayîtiyên bombebarkirî hatin rûxandin, û bi dehan sivîl hatin xelas kirin û li herêmên biewle ji aliyê şervanan ve hatin bi cih kirin.
Di şerê li Reqayê bi Cenga mezin ya kontrol kirina Reqayê, şervanên QSD ê şerekî dijwar li 7 taxên Nehda, Nezlit Şehade, Rewda, Hîşam Bin Ebdulmelik, Deriyê, Reqaya Kevin û El-Berîd bi pêşvediçin. Di şerê li 7 taxan 91 çeteyên DAIŞ ê hatin kiutin û 7 erebeyên bombebarkirrî hatin rûxandin.
Taxa Nehda – piştî ku şervanên QSD ê pêşve çûn û beşek mezin ji herêma Mesakin Idixar rizgar kirin, derbasî taxa Nehda ya ku dikeve bakur-rojavayê bajar bûn û gelek noqteyên stratejîk ji taxê hatin rizgarkirin. Di encama şerê li taxê de 10çete hatin kuştin û 3 çete bi saxî hatin girtin. şervanên li vê taxê gelek avahî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin, di şerê li vir de, du jê sekvan 6 çete hatin kuştin.
Taxa Nezlit – Şehade Her wiha li taxa Nezlit Şehade ya aliyê başûrê Reqayê jî li derdora dibistana Tariq şer derket. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, erebeyeke bombebarkirî hat ruxandin û hejmarek cebilxane ket destê şervanan.
Di encama pêşveçûyînên şervanên QSDê li taxa Nezli Şehadê yek jê xwekuj 7 çete hatin kuştin.
Li vê taxê piştî çend roj ku şerên giran li wir rû dabûn, 5 çete hatin kuştin.
Taxa Rewda -Li taxa Rewda ya aliyê bakur-rojhilatê bajar şervan çend kolanan bi pêşve çûn. çeteyan hewl dan êrîşî noqteyên rizgarkirî yên li taxa Rewda bikin. di encama şerê ku li vir rû da de, 6 çete hatin kuştin, cenazeyên wan li taxê ne û 3 çete jî birîndar bûn.
Dimheman demê de di şerê ku di navbera şervanan û çeteyan derket 3 terorîst hatin kuştin û wesayîteke bombebarkirî hat rûxandin.
Di dewamiya şerên li vê taxê yek jê sekvan 4 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Taxa Hîşam Bin Ebdulmelik – Li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûrê bajêr jî, di encama xebatên paqijkirina derdora mizgefta El-Mene de 6 çete hatin kuştin. Her wiha tuneleke çeteyan jî hat dîtin. şervanên QSD herêma Ewlekariya Siyasî ya li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik kontrol kir. Di şer û pevçûnên kontrolkirina herêma Ewlekariya Siyasî de 9 çeteyên DAIŞ hatin kuştin, wesayîteke bomebarkirî ya DAIŞê jî hat rûxandin û gelek çek û cebilxane ketin destê şervanan. Li derdora Baxçeyê El-Bîstan a li taxê şer didome
Taxa Deriyê – Li taxa Deriyê ya dikeve rojavayê bajêr jî 3 çeteyên DAIŞ′ê bi sekvanên şervanan hatin kuştin. Di berdewamiya şerê li vê taxê di naverasta bajarê Reqayê, di encama şerê di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de 3 çete hatin kuştin û gelek çete birîndar bûne.
Di heman şerê ku rû dida 3`yê çeteyên DAIŞ`ê bi sekvanên QSD`ê hatin kuştin.
Taxa Reqaya Kevin – Her wiha di şerê li taxa Reqaya Kevin a rojhilatê bajêr qewimî de jî, 3 çete hatin kuştin (yek jê sekvane). Li taxa Berîd a dikeve bakur rojavayê taxa Berîdê jî çeteyek hat kuştin. Ji aliyekî din ve jî şer li aliyê başûr ê Mizgefta El-Etîq li taxê derket, di encama şerê li wê herêmê 8 çete hatin kiuştin.
Her wiha maşîneyeke ku doçka li ser barkirîbûn li başûrê Mizgefta El-Etîq hat rûxandin.
Taxa El-Berîd – li taxa El-Berîd a bakur rojavayê bajar jî 3 çete hatin kuştin, li taxa El-Berîd bi taybet li Mesakin El-Idxar şervan bi pêşve çûn û gelek noqte ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Li vir 4 çete hatin kuştin.
stasyona Cizrat – Li stasyona Cizrat a rojavayê Reqa jî di navbera şervanan û çeteyan şerekî girn rû dide.
di çarçoveya piştgiriya şervanên QSDʹê a ji bo rizgarkirina welatiyên êzîdî yên ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin û sivîlên di bajar de asê mane komeke din ji YJŞʹê gihiştin Reqayê.
Ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê jî li noqteyên rizgarkirî mayînên ku çeteyên DAIŞ′ê çandibûn, rakirin û di tunelên çeteyan dîtin.
Rewşa Sivîlan
Bi berdewamiya pêşveçûyîna şervanên QSD ê bi muralekî mezin şerê çeteyan dikin, di her pêşveçûnê de sivîlan rizgar dikin û her dem soza xwe ya rizgarkirina sivîlan dubare dikin, şervan mayînan radikin û korîdorên bi ewle ji bo sivîlan vedikin.
Li taxa Hişam bin Ebdulmelk ku piraniya wê hatiye rizgarkirin, şervanên QSD`ê hewl didin sivîlên ku li derdora Fakulteya Endizyariya Sivîl asî mane, rizgar bikin. Her wiha dema hinek sivîl xwe ji çeteyan xelas dikirin û berê xw dan cihên rizgarkirî, mayîna çeteyan bi wan de teqiya. Di encamê de hinek sivîl birîndar bûn. Gelek sivîlên din jî xwe di nava malan de veşartine, da ku çete wan hedef nekin.
Di pêşveçûyîna şervanên QSD`ê li taxa Nezlit Şehadê de, xetên çeteyên DAIŞ`ê hatin şikandin û gelek noqte û avahî ji taxê hatin rizgarkirin. Li ser vê yekê, gelek sivîl berê xwe dan cihên rizgarkirî.
Tîmên taybet ên QSD`ê ku ji 12 şervanan pêk dihat, çûne pêşwaziya gel da ku wan ji herêmên şer dûr bixin. Di dema şervanan zarokan rakirin û destê dayîkan girtin, da ku bi lez wan bibin cihên bi ewle.
Çeteyên DAIŞ`ê ev yek wekî firsendekê dîtin û bi erebeyek bomebarkirî êrîşê sivîlan û şervanên QSD`ê kirin. Her wiha çeteyan gelek mayîn jî teqandin. Di encamê de, 2 şervanên ku zarok rakiribûn û 4 zarok jî jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 8 şervan û 7 sivîl bi tevahî 15 kes birîndarbûn.
Di şerê ku heta niha li Taxa Nezlit Şehadê ku başûrê Reqayê dikeve, dewam dike de, şervanên QSD`ê hewl didin ya gel û şervanên ku şehîd û birîndar bûne, ji qada şer derxînin.
Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Komîteya Tomarkirina Sivîl ku wê nasname li kesên ku belgeyên kesayetî wekî nasname û lênûsa malbatê wind kirine, belav bike, ava kir. Gelek welatiyên Tebqayê ji ber rewşa şer, nasnameya xwe winda kirin. Hinek ji wan jî, çeteyên DAIŞ`ê nasname û lênûsa malbatê ji wan standin.Welatiyên ku nasnameyan wan tune ne, di derketin û hatinê de astengiyan dibînin. Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Komîteya Tomarkirina Sivîl, ava kir. Erka vê komîteyê, belavkirina nasname û lênûsa malbatê li kesên ku nasname û lênûsa malbatê winda kirin û qeydkirina kesên nû jidayîk dibine. Ev komît di heman demê de kesên jiyana xwe ji dest dane, jî tomar dike.Komîte tenê li welatiyên bajar û bejahiya Tebqayê, bi mercê ku du kefîl hebin, nasname û lênûsa malbatê belav dike.Her wiha ger nasmeya hate windakirin, wê xwediyê nasnameyê serî li Navenda Hêzên Ewlekarî ya li herêma xwe bide û belgeyên pêwîst pêşkeş bike. Paşê wê serdana Komîteya Tomakirina Sivîl bike, da ku nasnameya xwe werbigre.Her mehê carekê bi amadebûna her du kefîlan, xwediyê ku nasname girtiye, wê nasnameya xwe bighure.
Li stasyona Cizrat a rojavayê Reqa jî di navbera şervanan û çeteyan şerekî girn rû dide. Şervanên ku şerê çeteyan dikin û derbeyên giran li wan dixin, di pêşveçûna xwe de sivîlên ku çeteyan ew dorpêçkiribûn rizgar dikirin.
Ji ber pêla koçberiyê ya ber bi bajarê Tebqayê yê rizgarkirî, li bajar malên wala nemane. Ji ber vê sedemê gelek malbatên koçber li dibistan û baçxe û avahiyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hatine rûxandin de, bi cih bûne.Ev du mehin koçber li herêma Tebqayê bi cih dibin û tu rêxistinên navneteweyî destek nadin wan.
Rojev24