LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Di şerê 24 saetên dawiyê de 34 çete hatin kuştin

Di şerê 24 saetên dawiyê de 34 çete hatin kuştin

REQA – Li 7 taxên bajar Reqayê pêşveçûnên şervanên QSD`ê dewam dikin. Di şerê 24 saetên dawiyê de 34 çete hatin kuştin û li taxa rizgarkirî di encama operasyona paqijkirinê de gelek cebilxane kete destê şervanan.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 61`an de bi hemû lez xwe dewam dike.
Şervanên QSD’ê ku şeva din piştî şerekî giran taxa EL-Kerîm bi temamî ji çeteyan paqij kirin, li taxê 14 çete hatin kuştin û termê gelek ji wan li kolanên taxê ne. Her wiha di encama operasyona paqijkirinê li taxa nav borî de, gelek cebilxaneyên çeteyan kete destê şervanan.
Li taxên Berîd û Nehda yên li aliyê bakur- rojavayê bajar, şer dewam dike. Di vî şerî de du jê sekvan 8 çete hatin kuştin.
Li taxa Rewda ya aliyê bakur- rojhilatê bajêr jî, êrîşa çeteyan ji aliyê şervanên QSD`ê ve hate valaderxistin. Di vî şerî de 5 çete hatin kuştin.
Li taxa Reqa Kevin jî, li derdora Mizgefta El-Etîq şer rû da. Li vir jî 4 çete hatin kuştin.
Li navenda taxa Nezlit Şihadê ya aliyê baûşrê Reqayê, 3`yê çeteyên DAIŞ`ê ji aliyê sekvanên QSD`ê ve hatin kuştin.
12:40-06.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً