LEZGÎN
الرئيسية / KRONOLOJIYA ROJANE / NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

NÛÇEYÊN SEREKE YÊN ROJANE

– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Di pêşveçûyîna şervanên QSD`ê di bajarê Reqayê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê bi dehan sivîl ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Her wiha di şerê ku şeva din rû dan de, 16 çete hatin kuştin.
* Artêşa Tirk a dagirker deriyê sînor ê bajarê Girê Spî gulebaran kir.
* Piştî 6 rojan ji girtina rêya di navbera Kantona Efrîn û bajarê Helebê de, dîsa rê li hember çûn û hatina welatî û maşîneyan hate vekirin.
* Hêzên Rêjîma Sûrî, gundê Ximêsiyê û newala Sûse nêzîkî bajarê Meyadîn ya Dêra Zorê kontrol kirin.
* Hêzên Rêjîma Sûrî bi tundî hejmareke xal li dora gundê Menûc yê gundewarê Humsê yê rojhelat kontrol kirin.
* Wezîrê Derve yê Siûdiyê ji opozîsyona Sûriyê re got: Serokê Sûriyê Beşar Esed di qonaxa veguhastina siyasî de dimîne.
* Wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragehand, nûnerên Rûsya, Tirkiye û Îranê dê 8-9ê Tebaxê li Tehranê bi babeta li Sûriyê herêmên ji şer hatî dûrxistin ji bo xurt bikin dê bicivin.
* Artêşa Lûbnanê navçeyên sînorê welatê xwe ji çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê paqij kir.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Hêzên gerîla, li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, li Şemzînanê kordîneyê operasyonê hatiye kuştin.
* Li Zaxoyê a Başûrê Kurdistanê, di dema derbasbûna konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker de teqînekê rû da. Di encamê de kuştî û birîndar hene.
* Rewşa tendûrîstiya Hevşaredarê berê yê Sêrtê Tuncer Bakirhan ber bi xeterebûnê ve diçe. Hat zanîn ku dermanên Bakirhan jî nayê dayîn.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Fermandariya YBŞ’ê têkildarî êrîşa duh di navbera Xanesorê û Sînonê li hemberî 2 bazirgan pêk hatî ku ragihandina PDK’ê berpirsê bûyerê YBŞ û HPG digirt daxuyaniyekî nivîskî weşand û got; ” Bi vê awayî dixwazin pêşketina YBŞ’ê û bandora wê ya li ser civakê re astengiya derxînin.”
* Fermandarê pêşmergeyan Muzafer Heme Tahîr li bajarê Kerkûkê hat gulebaran kirin û di encamê de jiyana xwe ji dest da. Rêveberê Polîsê Kerkûkê Danyal Cebar got ku kesên êrîş pêkanîne, revîne.
* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cigîrê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl endamên şanda encûmena bilind a referandûmê serxwebûnê ji bo serdana Bexdayê dem diyar dikin.
* Iraqê ragihand ku ew amadekariyên ji bo kontrolkirina navçeya Telaferê ya ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Tirkmen pêk tê tamame, û ji bo operasyonê jî di amadebaşiyê de ne.
* parlementoya Iraqê ji bo erê kirina pêşnûmeqanûna meclîsên parêzgehan û bi taybet jî parêzgehên nakok kom dibe.
* Wezareta Petrola Iraqê bi nivîseke fermî daxwaz ji Kompaniya Nefta Bakur dike, ku hinardekirina petrola xwe a Kerkûkê bo Herêma Kurdistanê rawestîne.
* Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî li ser daxuyaniya Sedir dema gotibû ku, pêwîst e ku Heşda Şeibî bikeve bin fermana Artêşa Iraqê û tekez kiribû, û pêwîst e çek di destê dewletê de be, wiha axivî: “Heşda Şeibî dê belav nebe û dê kes nikaribe belav bike. Ji ber ku bi çek e û hêzeke li pêş e. Heşda Şeibî di çarçoveya yasayan de, di bin fermandariya leşkerî de ye.”
* Hêzên ewlekariya Iraqê, li bajarê Tikrîtê goreke bi komî dîtine, ku termê 550 leşkeran tê de bûn.
– CIHAN
* Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson û hevtayê wî yê Rûs Sergey Lavrov, li Manîla ya payxtaxta Fîlîpînê di hilcivîneke herêmî de kom bûn. Her wiha Sergey Lavrov bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu re hevdîtin pêk anî.
* Wezareta Ragihandinê ya Îsraîlê bi daxuyanîyekê ragihand ku ewê ofîsa El-Cezîre ya li wî welatî bigirin.
05:00-07.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً