– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD`ê kargeha sereke ya çêkirina mayînan a çeteyên DAIŞ`ê li navenda bajarê Reqayê, teqand. Her wiha li taxa Hîşam Ebdulmelik jî 19 çete hatin kuştin.
* Artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Kurdo û Ezrî yên Kantona Efrînê de û gundê Bakurê Kurdistanê de, bircên şopandinê danîn, ji aliyekî din ve jî avakirina dîwarê şermê didomîne.
* Akadimiya Şehîd Zagros a perwerdeya bîrdozî û leşkerî ya Hêza HAT a Asayîşa Rojava, dewreya perwedeyê ya 3`yemîn li Kantona Efrînê ya herêma Fedral a Efrînê bi dawî kir.
* Endama Ragihandina YPJ’ê Roksan Zerdeşt a hemleya rizgarkirina Raqayê dişopand, birîndar bû.
* Serokê enucmena leşkerî ya şoreşger yê berê li Helebê Ebudlcebar El-Egêdî li ser girîngiya derxistina Qaîdê ji Xuta rojhelat tekez kir.
* Endamê desteya bilind a danûstendinan Ehmed ‘Esrawî ragihand ku derketina Esed ji desthilatê mercekî sereke ye ji bo qonaxa veguhêz a siyasî li Sûriyê.
* Hêzên rêjîmê girên Esdî, Carîn û Reyahîn û devera Biir Sabûnî li rojhilatî Siwêda kontirol kirin.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ragehand, ku di kongreya aştiya cîhanî ya li Japonyayê de raportek dê derbarê Şingalê de pêşkeşî 164 welatên cîhanê re bê kirin.di raportê de wê behsa komkujiya kurdên êzdî ya bi destê çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê û wêran kirina Şingalê bê kirin.
* 2 parlamenterên Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) û Tevgera Goran beşdarî helmeteke li dijî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê ya bi navê “Kampanya Nexêr” bûn. YNK û Goran dibêjin, ew kesên beşdarî vê kampanyê bûne, ne nûnerên wan in.
* Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ew pêşwazî li serdana şanda Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê dikin, bi mercekê ku gotûbêj di çarçoveya desthilatên hikûmeta federalî de be.
* Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî diyar kir ku ew li dijîne ku Heşdî Şebî beşdarî operasyona kontrolkirina Telaferê bibin û got: eger Heşdî Şebî tevlî bibe wê tol ji pêkhateyên li Telaferê rake.
* Berpirsê istixbaratê DAIŞ`ê Ebû Faris El Iraqî li bajarê El hewîceya hat kuştin.
* Çeteyên DAIŞ’ê ku bi kirina komkûjî û hovîtiyên mezin tên nasîn bi sedema komkujiyeke mezin a li bajarê Tîkrîtê ya ser bi paytexta Bexdayê kirine, cezayê darvekirinê li 27 çeteyan hate birrîn.
* Berdevkê Hêzên Heşd Şeibî Kerîm Nûrî ragihand: Êrîşa Amerîkayê ya ser Heşdi Şebî bê bersiv namîne.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* Berpirsê navçeya Kandira ya bajarê Kocaeliyê yê AK Partiyê Cevat Taşdelen li şîrketa xwe rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
* Serokwezîrê Tirkiyê got ku serokê Partiya Komarxwaz a Gel a Tirkiyê (CHP) bi liv û tevgerên xwe derbê li hevgirtin û yekîtiya gelê Tirkiyê dixe.
* Wezareta Derve ya Almanya radigihîne ku Tirkîyê qebûl kiriye ku qanûndanêrên Almanî, wek beşekê şandeya NATO, di meha Îlonê de serdana leşkerên li bingeheke Tirkîyê bikin.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Ji ber topbarana artêşa Îranê, ku sê roja dewam kir li çiyayê Şaho şewat heye.
– CIHAN
* Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi rêya bernameya Netewa Demokratîk, bi 9 zimanan di Google Play Store de dikare bê peydakirin.
* Li paytextê Fransa Parîsê wesayîteke sivîl kete nava leşkeran. Di bûyerê de 2 jê giran 7 leşker birîndar bûn.
* Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku ger Koreya Bakur gefên xwe yên li dijî Washingtonê bidomîne, ewê ”agir û hêrs”eke ku berê dinê nedîtiye bibîne.
04:25-09.08.2017
Rojev24