LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / QSDê sivîlan rizgar dike, ji nû ve rûkenî vedgere

QSDê sivîlan rizgar dike, ji nû ve rûkenî vedgere

REQA-şervanên QSDê gelê sivîl ji nav pencên çeteyên DAIŞ ê xelas dikin, gelek sivîl ji taxa Nezlit Şehadê hatin rizgar kirin. Ji aliyekî din ve jî sekvanên çeteyên DAIŞ`ê sivîl ji xwe re kirin armanc, malbateke ku bav û kurê xwe birîndar bûn.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di roja 65`an de bi lez û beza xwe dewam dike, bi rizgar kirina taxên nû û işkandina xeta DAIŞ ê, rizgarkirina sivîlan jî didome. Di vê çarçoveyê de, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê gelek sivîl ji taxa Nezlit Şehadê ya aliyê başûr ê Reqayê, ji nava pencên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Dema şervanan sivîl rizgar dikirin, wekî her car sekvanên çeteyên DAIŞ`ê sivîl ji xwe re kirin armanc. Di encamê de malbateke ku bav û kurê xwe birîndar bûn. Şervanan yekser birîndar rakirin nexweşxaneyê û sivîlên din gihîştin cihê bi ewle.
Bi gihandina sivîlan cihê bi ewle sivîlan kêfxweşiya xwe bi rizgarkirinê diyar kirin.

12:00-09.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً