REQA – Li çar aliyên Reqayê şer bi dijwarî dewam dike, şervanan pêş dikevin û di şerê îro de 29 çete hatin kuştin.
Hemleya rizgarkirina Reqayê didome û şer li hemû eniyan dijwar e. Li Taxa Nezlêt El-Şihadê ku dikevfe başûrî bajar şerekî dijwar di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû da û di encamê de 7 çete yek jê sekvan hatin kuştin û şervan li vê taxê bi pêş ketin. Li taxa rex wê jî Hîşam Ebdilmelêk şer giran bû û 6 çete hatin kuştin, dîsa yek ji wan sekvan bû.
Li aliyê bakur rojavayî bajar, li taxa Berîd di şerê giran de 5 çete hatin kuştin.
Di nêvenga bajar de, li taxa Reqayê Kevin jî çeteyan hewl dan bi erebeyek mayînkirî êrîş bikin, lê beriya ku bigihêje hedefa xwe hat teqandin. Her wiha şervanan li heman taxê balafireke keşfê ya çeteyan xistin û di encama şerê li vê taxê de 4 çete hatin kuştin.
Li Taxa Rewda ya bakur rojhilatî bajar jî şerê giran rû dan û 7 çete hatin kuştin.
Şer heta kêliya amadekirina nûçeyê bi hemû dijwariya xwe li taxên navbihurî, diqewime.
10:00-09.08.2017
Rojev24