LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Şervanên QSDê kargeha mayînan a çeteyên DAIŞ`ê teqandin

Şervanên QSDê kargeha mayînan a çeteyên DAIŞ`ê teqandin

REQA – Şervanên QSD`ê kargeha sereke ya çêkirina mayînan a çeteyên DAIŞ`ê li navenda bajarê Reqayê, teqand. Her wiha li taxa Hîşam Ebdulmelik jî 19 çete hatin kuştin.
Li gorî agahiyên ku ji qada şer hatin girtin, di van kêliyan de şervanên QSD`ê li taxa El-Beyatra ya navenda bajarê Reqayê kargeha sereke ya çêkirina mayînan, teqand. Di encamê de 10 çete hatin kuştin. Li navenda bajar şer didome.
Her wiha li taxa Hîşam Ebdulmelik jî ya aliyê başûr ê Reqayê, di encama şerê şeva din rû da, 19 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
01:50-09.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً