LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Cenga mezin: 125 sivîl hatin rizgarkirin

Cenga mezin: 125 sivîl hatin rizgarkirin

REQA- Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê di taxa Nezlet Şihade de 125 sivîl rizgarkirin. Di nava sivîlan de 2 welatiyên bi topên DAIŞʹê birîndar bibûn hebûn.
Pêngava Reqayê ku di roja 66an de, Tîmên QSDʹê yên taybet ên rizgarkirina sivîlan rizgarkirina sivîlênku çeteyên DAIŞʹê wan di taxên Reqayê de çemberkirine didomîne.
Tîmên taybe ên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê li taxa Nezlet Şihade 125 welatiyên sivîl rizgar kirin. Di nava sivîlan de 2 welatiyên ku di encama topbarana çeteyên DAIŞʹê ya li ser sivîlan de birîndar bibûn hebûn. Di çalakiya rizgarkirina sivîlan de 2 şervanên tîmên tayber ên rizgarkirina sivîlan jî birîndar bûn.
Şervanên tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan û hin şervanên din birîndar rakirin nexweşxaneyê. Her wiha şervanan av û xwarin ji sivîlên ku hatine rizgarkirin re pêşkêş kirin û wan birin cihên bi ewle ku QSDʹê rizgar kirine.
03:20-10.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Parêzerên Ocalan: Divê em demildest biçin Îmraliyê

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan têkildarî şewata li girava Îmraliyê diyar kir ku divê ew demildest …

اترك تعليقاً