LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Piştî şer gelê Helebê birîna xwe dipêçe

Piştî şer gelê Helebê birîna xwe dipêçe

HELEB – Piştî şerê li Helebê ji bo gel birînên xwe bipêçin ketine nava hewildanan. Lê tiştê tê xuyakirin taxên di bin serweriya Rejîma Beas, Rûsya, Îran û Hizbûlahê de û 7 taxên di bin serweriya QSD’ê de firq û cudatiya xwe heye. Li aliyekî ve rêvebirina navendî, ji bo desthiladariyê pêvçûn hene û gel bêzarkirin, li aliyekî ve jî bi beşdariya niştecihên kurd, ereb, tirkmen 7 taxên bi ewleh û jiyana hevpar.

Li Helebê ji destpêka şerê navxweyî ya Sûriyê heta 7 meh berê bênavber rastî komên çete yên di bin nave “Opozisyonê” ya Sûriyê de, dihat di tax, kolan û kuçeyan de şopên şer ên herî dijwar hene. Ji wî bajarî an go Helebê yê wek e peytexta aborî û cihekê herî stratejîk a Sûriyê bû, ji wî sifatî tu şopek nemaye.

Ev bajarê ku gelek navendên bazirganî ku ji gelek karsazên welatên derve jî li wir ava kiribûn, di serî de fabrîqeyên zeytun, sabûn, bi dehan fabrîqe û dehan sûkên bazirganiyê jî hebûn lê niha ji ber şerê çend salan a di bajar de piraniya wan hilweşiyane, karsaz û bazirgan ên bajêr neçar man ku kilîd li deriyê kargehên xwe bidin.

Ev komên çete yên di bin navê muxalifê rejîma Sûriyê de ketibûn Helebê, zêdetir êrîşê taxên ku piraniya wan kurd ku di bin qontrola YPG/YPJ’ê de bûn dikirin. Heta dema 7 meh berê piştî hevpeymana Tirkiye û Rejîma Beas û Rûsya ku wek e “Babê bigire ji Helebê derkeve” hemû komên çete ku di nava wan de El Nûsra jî hebû xwe vekişandin Îdlibê. Lê di dema xwe vekişandinê de jî êrîşên xwe yên li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam dikirin. Ev hevpeymana di navbêra wan de wek e Tirkiye wan komên çete firotiye hatibû binavkirin. Niha piranî taxên Helebê di bin qontrola Rejîma Sûriyê, Rûsya, Îranê de ye û 7 taxên ku di pêşengtiya YPG/YPJ’ê de QSD’ê berxwedanekî bêhempa nîşan dabû de, di bin qontrola QSD’ê de ye. Ev tax jî wiha ne Şêx Meqsûd, beşek ji Eşrefiyê, Benîz Zêd, Hilok, Bostan Paşa û hin taxên rojhilat wek e Biêdînê û Heyderiyê ne.

Taxên di bin qontrola QSD’ê de gel xwe bi xwe birêve dibe

Taxên di bin qontrola QSD’ê de li dora taxan leşkerî, di hundirê taxan de Asayîş û Hêzên Parastina Civakê (HPC) ve tê kirin. Wek e rêveberiya taxan jî Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku ji kurd, ereb, tirkmen û Sûryaniyan û hwd pêk tên, birêvebirin. Gelek navend, sazî û komîteyên wek e Komeleya Parastina Civaka Demokratîk, TEV-DEM, Saziya Malbatên Şehîdan, Mala Ciwanan, Kongre STAR, Navenda Koalisyona El-Sûrî El-Demokratî, şaredarî, PYD, komîteya lihevkirinê, komîteya werzîşê û hwd. Ligel van jî hin gavên nû jî hatine avêtin wek e avakirina Akademiya Civaka Demokratî ku hemû xebatên ronakbiriyê lê tê kirin heye.

Li van taxan ji bilî kurd, ereb beşek ji Xiristiyaniyan bi taybet ev li taxên Şêxmeqsûd û Heyderiyê, her wiha li milê Taxa Bostan Paşa jî tirkmen hene. Li van taxan wek e rêveberî ji hêla TEV-DEM ve dihat kirin 6 meh berê ku bi temamî MSD hat avakirin, xebat di bin banê wê de tê meşandin.

Di navbêra asayîşa rejîmê de pêvçûn hene

Di hêla ewlekariya bajêr de ji bilî van 7 taxan, hemû tax di bin serweriya Rejîmê (Piranî Rûsya), Îran, saziyên ewlekarî û Şebîhên Sûhêl Hesen ên bi nave Lîwa El-Qudis (Tugaya El-Qudis) ku girêdayê Hizbûlahê ya Lubnanê de ne. Piraniya bendên qontrolê di bin hêza Tûgaya El-Qudis de ne, gelek caran di navbêra hêzan de pêvçûn diqewim in. Yanî pêvçûnên diqewimin jî hemû çavkaniya xwe ji pirsgirêkên di navbera Sûnîtî û Şiêtî ye. Mînaka herî sereke çendek berê li Taxa Şêx Taha qewimî bû. Hêzên ewlekariyê ya rejîmê, Îranê û Tuguya El-Qudis de pêvçûn derketibû, leşkerekî Îranî, 3 yê El Qudis birîndar bibûn û 3 endamên Asayîşê ya Rejîma Beas jî hatibûn kûştin.

Li bajêr karên xizmetguzariyê ya van taxan ên wek e av, ceyranê, binesazî û pirsgirêkên telefonan û hwd ji hêla karmendên (memur) rejîmê ve tên kirin. Heyanî beriya demekî karê rejîmê û tevgera wê pir şiklî dima lê di van demên dawî de kêmekî xwe li ser piyan girtine, lê ji ber ku nikarin xwe bigihîjînin her cihî û bi taybetî jî derveyê Helebê pir lawaz dimîn e. Ev rewş di nava gel de rastî nerazîbûnan tên.

Nerazîbûnan gel jibilî kêmasiyên xebatên xizmetguzariyê, pêvçûnên di navbera hêzên ewlekariyê an go Tugaya El Qudis û yên din de jî ya gel bêzar dike.

Hemû amûrên fabrîqeyan hatin dizîn û li Tirkiyê hatine firotin

Bajarê Helebê ku yekemîn bajarê Senayî û fabrîqeyan a li Sûriyê tê zanîn, ji ber şerê di bajar a ev çend salin diqewimin de piraniya fabrîqeyan hatin xirakirin. Tê gotin ku hemû alav û amûrên di van fabrîqeyan de hatine dizîn û di bin navê bazirganiyê de li bajarên Tirkiyê hatine firotin. Di nava van amûrên fabrîqeyan de gelek berhemên dîrokî (tarîhî eser) jî hebûne. Her çiqas di demên dawî de derfetên vekirina dikanan hebe jî lê karsaz an jî niştecihên bajêr, bi fikar û ditirsin ku careke din şer biqewim e. Lê heta astekî debara jiyanî pêş ketiye.

Ji bo debara malê karê niha tê kirin, piranî atolye an jî kargehên çêkirina pêlavan e. Jixwe di sûka Helebê de jibilî sabûnê niha yê herî zêde dikanên pêlavan hene û ev pêlav carina bi riya bazirganan li heremên Sûriyê yên din jî tên şandin.

Şêniyên bajêr ji ber ewlehiyê berê xwe didin taxên bi qontrola QSD’ê

Firq di navbêra taxên di bin serweriya rejîm, Rûsya, Îran û Hizbulahê de û taxên di bin serweriya QSD’ê de tê dîtin. Di hêla derfetên av, ceyranê de li taxên di bin serweriya rejîmê de heyî, li 7 taxên di bin serweriya QSD’ê de ew derfet zêde tune ye. Ji ber li van 7 taxan şerê herî dijwar qewimî ye û di hêla ceyranê de jenerator û di milê avê de jî av ji bîr an tên kişandin. Di vê hêlî de rejîm vê derfetên di destê xwe de dixwaze li hemberê MSD û QSD’ê de pêk bîne lewra tê gotin her tim tehdîda “Eger serweriya me neyê qebûl kirin wê av û kehrebe nedin van taxan” dikin. Bi vî awayî dixwaze hakimiyetek li ser van 7 taxan jî bike.

Lê di hêla ewlekariyê de ji bo hemû gelên bajêr cihê baweriyê ye. Lewra ji ber pêvçûna di navbera hêzên ewlehiyê û Tugaya El-Qudis diqewimin û endamên van hêzan muameleyên nebaş, zext li ser niştecihan dikin, di demên dawî de bi hezaran kes berê xwe didin van 7 taxên di bin serweriya MSD û QSD’ê de ye.

Ligel hemû bêderfetiyan bi beşdariya gel gavên girîng hatin avêtin

Piştî ku hêzên YPG/YPJ’ê banga şêniyên taxên rojhilat ên Helebê pêkanîn û taxên wan ji çeteyan rizgarkirin jiyan li van taxan êdî asayî bû. Di Şaredariya Gel a Taxên Rojhilat de bi avakirina Komisyona Xizmetguzariya Bajêr de 42 endam hene, 11 endam xebatên rêxistinî pêk tînin, 27 kes xebatên paqijiyê û 4 kes jî xebatên giştî didin meşandin. Endamên komisyonê bi niştecihên taxan re bi amûrên şaredariyê ku tenê 7 makîneyên kar hene re paqijiyê û hwd dikin. Gelek caran ji ber ev makîneyên xizmetê nagihijin niştecihên ku wesayîtên wan hene bi dilxwazî tevlî van xebatan dikin.

Ji hin xebatên Şaredariya Gel ên sereke wiha ne;

“Li taxa Hulika Jêrîn parka bi navê Parka Rêber Abdulah Ocalan hatiye vekirin, her wiha peyariyên taxê yên sereke hatine temîrkirin. Di heman demê de şaredarî çandiniya daran di nava welatiyan de teşwîq dike.

Şaredariyê her wiha xetên kenalizyonê yên di encama topbaranê de ziyan dîtine. Heta niha 4 noqteyên ku ji ber bombeyan ziyan dîtine hatine temîrkirin. Di demên pêş de jî xebat dê were meşandin ku 4 noqteyên din jî werin temîrkirin.  Her wiha hewl da ku selikên cope li kolanên sereke û yên têne ser wan deyînin. Hema bêje li sere hemû kolanên 7 taxan selikên çopê hatine danîn.  Ji bo nexweşî di taxan de belav nebin dermanên li dijî mêşûmoran li taxan hate reşandin, di heman demê de hemleya berhevkirina bermahiyên şer ji kolanên taxan hate destpêkirin. Alavên şaredariyê li gorî derfetên heyî bermahiyan berhev dikin.

Li aliyê din jî şardariyê hemleya temîrkirina xetên avê yên ziyan dîtine kirin. Niha jî xeta 240 bînayê ya li taxa Bustan Paşa tê temîrkirin.

Rola ciwan û jinan

Di van taxan de di hemû sazî û xebatên tên meşandin de rola ciwan û jinan tê dîtin. Ciwan ku di bin saziya Yekîtiya Ciwanên Rojava de liTaxa Heyderiyê ya bajarê Helebê navenda xwe bi nave Şehîd Ferzende vekiriye, li ser perwerdekirin û pêşxistina ciwanan pêk tê. Bi lidarxistina turnuvayên futbolê, şahî, qursên muzîkê û her wiha têkiliya bi gel re, dîsa bi dewreyên perwerdehiyê tevlî hemû kar û xebatên li van taxan dibin. Ev sazî di hêla tenduristiyê de jî ciwanan perwerde dikin. Di rêveberiya saziya ciwanan a ku ji 50 kesî pêk tên de, kurd , ereb û tirkmen hene dihêle ku hewildanên çareserkirina pirsgirêkên li hemû taxan xûrtir bike.

Jin jî ku di bin Kongreya Star de xwe birêxistin dikin, ew jî wek e ciwanan bi beşdariya kurd, ereb û tirkmenan tevlî hemû kar û xebatên ji bo jinan û tevahiya gelên li taxan dibin.   

Di civîna MSD’ê de nîqaşa divê xebatên beşdariya gel ne tenê di 7 taxan de di taxên din jî bên meşandin hat kirin. Hat destnîşankirin ku MSD wê bi xebatên xwe yên li tevahiya Helebê de ji bo hemû Sûriyê bibe mînak û ji gelan re bibe hêviyek mezin.

 

Amara Cudî

10.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ebdelhekîm Beşar û têkiliyên wê yên bi rêjîma BAAS re

NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî çavkaniyên pê bawer hate zanîn ku malbata siyasetmedarê Kurd Behzad dorsin …

اترك تعليقاً