TEHRAN– Çeteyên DAÎŞê di riya vîdiyoyekê ku belav kiribû, ku têde kesên maskeyên reş rûyên xwe nixumandine û bang li xelkê Îranê dikin ku li dijî rêjîma Îranê serî hildin.
Hate raghandin ku Îranê ji aliyê DAIŞ ê ve hatiye tehdîd kirin. Çeteyên DAÎŞ ê bi riya vîdeoyekê ya bi zimanê Farisî amadekiriye û wiha têde dibêje: “Çawa ku me li Iraq û Sûriyê serê kuçikên we jê kirin, em ê serê we jî li Tehranê jê bikin “.
Her wiha di vîdeoyê de êrîşa beriya demekê bi ser Tehranê de ku 18 kesan jiyana xwe ji dest dabûn nîşan didin û bang li ciwanên îranî dikin ku li dijî rêjîma Îranê şer bikin.
13.08.2017
Rojev24