EFRÎN – Bi daxuyaniya Erdogan a ‘Me di Şehbayê de xencerê di dilê terorê de çikandî firehtir bikin’ re êrîşa dewleta tirk a bi komên çete yên ASA’yê re ya li ser Efrînê careke din kete rojevê. Ji roja ku êrîş ketiye rojevê ji aliyekî ve gel, pêkhate û hemû saziyên li herêma Efrînê ketine nava seferberiyek xweparastinê de ne û ji aliyê din ve jî bi lihevkirina DYA û Rûsya re ji bo li heremê “Heremek bi ewleh ava bikin” peywirê dane ser milê Misirê.
Piştî 3’emîn komcivîna Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ya li navçeya Rimêlan a li ser bajarê Dêrikê ya Kantona Qamişlo pêk hatî û derbarê diyarkirina kantonan û hilbijartinê biryarên girîng hatin girtin re, dewleta tirk a ku jixwe ji bo sererastkirina îmaja xwe ya di bakurê Sûriyê de careke din êrîşek îhtîmal a li ser Efrînê xiste rojevê.
Bi daxuyaniya Serok Komarê Dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan a “Me di Şehbayê de xencerê di dilê terorê de çikandî firehtir bikin” re êrîşa dewleta tirk a bi komên çete yên ASA’yê re ya li ser Efrînê careke din kete rojevê. Ji roja ku êrîş ketiye rojevê ji aliyekî ve gel, pêkhate û hemû saziyên li herêma Efrînê nava seferberiyek xweparastinê de ne û ji aliyê din ve jî bi lihevkirina DYA û Rûsya re ji bo li heremê “Heremek bi ewleh ava bikin” peywirê dane ser milê Misirê.
Sedema daxuyaniya Erdogan windakirina Tirkiye ya li İdlib û Eyn Deqnê ye
Piştî şer û pêvçûnên di navbera Ehrar El Şam a girêdayê dewleta tirk û Tahrîr El Şam (Cebhet El Nûsra) ku di navbêra 18 û 23’ê tîrmehê de qewimîn, gelek hevsengiyên li Îdlibê guherîn. Ji gelek heremên bi pêvçûn an jî bê pêvçûn Ehrar El Şam xwe kişand û Tahrîr El Şam derbasî bajar û navçeyên girîng ên wek e Îdlib, Deriyê Sînor a Bab El Hawa, Ceyş El Şixûr, Atmê û navçeya Dana bû. Bê gûman hêza ku di vê şerî de bi ser ket koma çeteyên Tahrîr El Şam bû. El-Qaîde ya ku dendikê çeteyên Tahrîr El Şam e bi wî awayê serweriya xwe di herêma Îdlibê de ava kir. Ji ber vê yekî jî hevsengiyên li Îdlibê ji nû de hat guhertin û her hêz li gor xwe hemleyên nû pêş dixin.
Di şerê Îdlibê de ya ku herî zêde binket dewleta tirk bû. Pir sir nebû ku dewleta tirk dixwest bi riya çeteyên Ehrar El Şam derbasî Îdlibê bibe, çeteyên Tahrîr tasfiye bike û Efrîn bixe bin dorpêçê û ambargoya ku bi hevkariya Îran, rejîm dabû destpê kirin xûrtir bike. Ji ber hatibû ragihandin ku projeya dewleta tirk li dijî Efrînê vekirina korîdorek a ji Ezazê heta Îdlibê bû û dixwest vê yekî jî di ser tevahî dagirkirina Til Rifat de pêk bîne. Lê halê hazir pêşiya wî hate girtin. Niha jî dewleta tirk di lêgerînekî ku hemleyekî nû pêş bixe. Ji ber ku eger hemleyekî nû û biserkeftî pêş nexe wê di heremê de hale dewleta tirk ne tu hal be û gav bi gav herêma Mertalê Firatê ji destê wî derkeve. Ji ber ku çend roj berê ji hêla rêveberiya Trump ve ji ber CIA di projeya xwe ya bi MÎT’ê ya herêma Mertalê Firatê de li bin ket wek cezayek bide CIA yê, ew projeya destekdayîna komên çete yên heremê paşde vekişand. Lewra dewleta tirk û komên çete yên di nava Artêşa Sûriya Azad (ASA) yê di êrîşa ser Efrînê de li navçeya Eyn Deqnê de têk çû, Ehrar El Şam a ku mîsogeriya dewleta tirk a di Îdlibê de li dijî Tahrîr têk çû, prestîjek mezin winda kir.
Berdevkiya Ehrar El Şam di 1’ê tebaxê de bi awayek fermî ragihand ku serçeteyê wan a giştî guherî, Elî Omer îstîfa kir û di şûna wî de Hassan Safwan wek e serçeteyê giştî hatiye hilbijartin. Diyar dibe ku piştî binkeftina di Îdlibê de di nava Ehrar de guhertinan dike. Lê li gor tevlîheviyên heyî dewleta tirk bi van guhertinan ne mimkune hemleyek nû li Îdlibê û Şehbayê bide destpê kirin. Armanca van guhertinan ew e ku çeteyên Ehrar El Şam bi giştî tasfiye û belav nebin. Lê ligel vê jî nikare pêşiya belavbûnê bigire, lewra 21 taburên di nava çeteyên Ehrar El Şam de derbasî nav çeteyên Tahrîr El Şam bûn. Hejmara çeteyên din li Idlibê jî pir kêmin û di bin bandore çeteyên Tahrîr de ne.
Efrîn ne bi Rûsya bi hêza xwe bawer e
Hêza QSD ku pêşengtiya wî YPG/YPJ dike li Efrînê beriya pêvçûna li Eyn Deqnê bi gel, sazî û hemû pêkhateyên heremê re di nava seferberiyekî xweparastinê de bû. Hat ragihandin ku piştî 3’emîn Komcivîna Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku biryara Efrîn bibe herêm û di nav de Efrîn û Şehba jî bibin kanton hat girtin, hewcetir hat dîtin ku vê seferberiya xweparastinê xûrtir bikin. Li gor çavkaniyên me yên di nava QSD’ê û Desteya Parastinê ya Kantona Efrînê, ragihandin ku wan ji berê ve amadekariyên xwe kirine û ew bi gel re di nava seferberiyê de ne. Heman çavkaniyan pirsa me ya “Eger dewleta tirk di êrîşên xwe de balafirên şer bikar bînin wê çi bibe, Rûsya ku li heremê ye mudaxele bike an na?” wiha bersivandin: “Rûsya di êrîşa li ser Efrîn ku hê jî berdewam dike û bi taybetî jî di pêvçûna Eyn Deqnê de bêdeng ma. Ev nayê qebûl kirin, ev hêza OSO û dewleta tirk a di Eyn Deqnê de ceribandinek bû. Piştî vê Rûsya poşman bû lê êdî derbas bû. Niha tê gotin ku Rûsya û Amerîka lihevkirine ji bo Îdlibê û wê nehêlin dewleta tirk êrîşê derdorê bike. Lê rastî wisa be jî êdî bawerî bi taybetî bi Rûsya nayê. Bi kurt û kurmancî gelê Efrînê ne bi Rûsya bi hêza xwe ya cewherî bawer e.”
Jixwe hêzên şoreşger ên herêma Şehba û Efrînê ku di nava QSD’ê de ne û niha di hemleya rizgarkirina Reqa ya bi navê Cenga Mezin de cih digirin, rojên derbasbûyî de daxuyaniyekî dabûn ku di êrîşekî wiha de ew dê dev ji hemleya Reqayê berdin herin herêma xwe biparêzin. QSD’ê jî piştre tevlî vê daxuyaniyê bibû û ragihandibûn ku ew dê rê nedin van lîstikan û ew dê heta dawî cihên ji çeteyan hatine rizgarkirin careke din nedin çeteyên cuda.
Piştî lihevkirina DYA û Rûsyayê
Hat destnîşankirin ku Amerîka û Rûsya di mijara rojhilatê Sûriyê û bakurê Sûriyê de hem berî û hem jî piştî civîna G20 hevdîtin hatine kirin. Di hevdîtinan de li ser mijarên têkoşîna li hemberê komên çete yên li Sûriyê û çareserkirina pirsgirêkên li heremê bûne mijarên nîqaşan. Hat ragihandin ku di encama van nîqaşan de lihevkirinek çêbûye. Ev jî dide xuyakirin ku DYA hem di heremên Rojhilata Sûriyê û hem jî bakurê Sûriyê bi taybetî jî Îdlibê de mudaxil bibe. Piştî vê yekî cara yekemîn e ku DYA bi awayek fermî destekdayîna hin komên di heremê de paşde kişandin aşkere kir.
Bi vê lihevkirinê re Tirkiye ji Rûsya dûr dikeve, lewra xuyaye wê Rûsya ji vê lihevkirinî re sadiq bimîne û wê bersivên erênî nede daxwazên Tirkiyê.
Rastiyekî din jî heye dewleta tirk çewa di xeta Ezaz-Bab de di Îdlibê de jî bi komên çete yên cîhatkar-selefî re hevkarî de israrkirin, di serdema nû ya ku DYA û Rûsya dixwazin hevsengiyek nû bigirin de pir rîsk e. An go lîstikên wiha wê ya hêzên derveyê plana her du hêzên navnetewî bilîzin an bihilhile, biheje an jî di hevsengiyek baş nebîne wê têk bibe.
Ji ber vê yekî jî Amerîka û Rûsya ku di mijara Îdlibê de lihevkirine, hêza ku destekê bide komên çeteyan wê bibe qûrbana polîtîkaya xwe ya şaş a di heremê de.
Ji bo avakirina heremên bi ewleh peywir dane Misirê
Li gor çavkaniyan, berî civîna Lutkeya G20, berdevkên serokatiyên DYA, Rûsya û Îsraîlê li hev rûniştine û biryar hatiye girtin ku ji bo li hin herêman, cihên bêpêvçûn an jî herêmên bi ewleh bên avakirin, Misir hatiye peywirdarkirin. Ev herêm li rojhilat û başurê Sûriyê Dêra Zor, Ebû Kemal, li bakur û rojavayê Sûriyê jî Îdlib, Bab, beşek ji Efrînê, herêma Şehba, di nava van herêman de yê herî girîng jî li ser derdora Til Rifat û Minix tê sekinandin.
Jibilî wan, 4 heremên ku ji hêla Rûsya, Îran û Tirkiyê ve wek e “Heremên bê pêvçûn” hatibûn diyarkirin, ji ber şer û pêvçûn di van herêman de pêk tên, di nava vê projeyî de ye. Her wiha tê gotin ku di vê çerçoveya planê de sêgoşeya Bab, Ezaz û Cerablûs ku di bin qontrola Mertalê Firatê de ne, bixin nava vê çerçoveyî tê nîqaşkirin.
Baş e çima Misir?
Dema mirov tabloya li ser rola dewletên di Rojhilata Navîn de binêre ev tişt derdikevin holê. Dewleta tirk di bin senteza Îslama Sûnnî û netewperestiya tirk de pêşengtiya fikrê “Osmaniya Nû” ango “Neo-Osmaniyetî” dike. Îran di bin netewperestiya Fars û mezhebperestiya Şîa de pêşengtiya şîayê dike. Welatên kendavê yên wek e Sûdî Erebîstan û Qetar jî pêşengtiya rêxistinên Îslamî û selefî yên wek e El-Qaîde dikir. Di nava van hevsengtiyan de rola Misirê jî pêşengtiya netewperestiya ereb de bû.
Misir li beranberê Tirkiye û Îranê hêzek girîng e
Ji ber vê yekê her çiqas jî Misir di bin siya welatên Rojava (Ewropa û hwd) siyaset dimeşîne jî, her tim têkiliyên wî bi rejîma Sûriyê ya dîplomatîk hebûn. Alîkariya hevûdin dikirin. Lê di heman demî de têkiliya Misirê bi partiyên din yên nerm ên li Sûriyê re jî hebû. Heta astekî di nava opozisyona “Lîberal” de cihê xwe girt. Ji ber vê yekî Misir li Sûriyê beranberê Tirkiye û Îranê hêzeke girîng e. Lê rastiyek jî heye ku lawazbûna Misirê hişt ku dewleta tirk û Îranê hin zêdetir bikevin hewildanên ku siyaseta xwe li Sûriyê firehtir bikin.
Bi taybet di dema darbe û hin geşedanên li Misirê pêş diketin û Misir di vê hêlî de lawaz dibû, Tirkiye vê yekî ji xwe re firsend didît û bi destekdayîna Siûdî Erebîstan û Qetarê ya komên îslamî yên radîkal derbasî Sûriyê dikir. Ji ber meseleya nakokiya Misirê a bi Birayên Misliman re her tim Misir siyaseta Tirkiyê ya di Rojhilata Navîn de dixwest asteng bike.
Ji bo vê yekî ye ku Amerîka û Rûsya di çerçoveya lihevkirina xwe ya di Sûriyê de ya Misirê bihêztir bike û rola wî ya di Rojhilata Navîn a navberkartiyê pêş bixe. Ev her du hêz dixwazin pêşiya Îran û Tirkiyê de ku di Sûriyê de tevlîheviyê dikin bigirin. Jixwe ev di demên dawî de di siyaseta Misir bi taybetî li dijî Tirkiyê diyar dike.
Siyaseta Misir a di bin desthiladariya Sîsî de li hemberê Sûrî
Tê zanîn ku di serdema desthiladariya Mosrî de têkiliyên Sûriyê û Misir hatin sekinandin. Mosrî opozisyona Sûriyê bi awayeke aktîf li Sûriyê destek dikir. Her du jî girêdayên Exwan El Mislim bûn. Lê piştî ku li dijî Mosrî ji aliyê Artêşa misir ve darbeyek pêk hat û Sîsî desthiladariya Misirê bidest xist têkiliyên Sûriyê û Misir careke din hewildan ku bizivire wek berê. Di vê hêlî de hin guhertin di nermbûna siyaseta her du aliyan de jî çêbû. Ji ber siyaseta nerm a Misirê çewa bi rejîmê re her wisa bi komên opozisyonê yên di Sûriyê de jî têkiliyek navbêrkariyê heye. Ji ber vê yekî ew potansiyela Misirê heye ku heta astekî di navbera komên opozisyonê, rejîm û hin hêzên din ên li Sûriyê de li hemberê hev nerm bike.
Tirkiye dixwest bi riya civînên Astana û hwd vî rolî bigire serxwe lê her çiqas çû têkiliyên wî û komên çete yên di heremê de derdiketin holê û hin caran vê yekî vekirî jî dikir, ne ji hêla rejîmê ve û ne jî ji hêla komên opozisyonê ve nedihat qebûlkirin.
Mînaka vê rolî li Humusê hat jiyîn
Eger mirov bibêje ku Misir di siyaseta Rojhilata Navîn de gihiştiye wê siyaseta xwe ya berê wê şaş be. Misir hin jî ji ber bûyerên di salên 2012-1013’an de qewimîn bandor xilas nebûye û li hemberê wan di nava têkoşîn û hewildanan de ye. Lê di sala dawî de hewildanên Misir da ku xwe ji nû ve bi hêz bike pêşketin. Di encama van hewildanan de pêşketina herî girîng ji bo Misirê agirbesta di navbera hêzên opozisyonê û Sûriyê ya di Hûmsê de ye. Garantorê vê agirbestê jî Rûsya û Misir in. Li hin cihan li wek garantor li kêleka Rûsya her tim Tirkiye hebû, lê li Humsê Tirkiye hat dûrxistin.
Wisa xuyaye ku her çiqas biçe wê ya Tirkiyê ji van mijaran dur bixin û li gelek herêman bê tecrîtkirin.
Nêrîna Misirê ya ji bo federasyona bakurê Suriyê jî neyinî nîne
Hat ragihandin ku ev jî dide xuyakirin bi Humsê re peywira di Sûriyê de heremên bi ewleh avakirin dane ser milê Misirê û vê yekî jî bi lihevkirina Amerîka û Rûsya re di nava ahengekî de pêk tê. Misir ku heta niha gelek caran derbarê şer û pêvçûnên ji hêla komên girêdayên Tirkiye û hwd bertek nîşan dida û diyar dikir ku ev pêkanîn dixwazin şerê li Sûriyê heyî kurtir bikin, pêş diket. Heta niha derbarê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê de tu nêrînekî Misirê ya neyinî pêş neketiye. Ji ber ku eleqedariyek mezin a rewşenbîr û siyasetmedarên Misirê ji bo projeya federasyona demokratîk heye. Dibe ku Misir di demên pêş de bikeve nav hewildanên ku bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê re zêdetir têkilî ava bike.
13.08.2017
Rojev24