Idrîs Henan
Vejîn weke diyarde, çalakiyeke gerdûnî ye ku her bi destê xwedayan pêk tê. Ji ber ku buyereke derkanîna mirovan û zanyariyên wan bû, her tim xwe spartiye hêzeke ji ya mirovan mezintir. Ew jî hêza xwedayê afirîner e.
Weke diyarde, dema ku civata zindiyên mirov vê hêzê bi dest bixe, di civak û heyamên dogma de weke dermirovan têne hesibandin û bi tawanên kufrê re têne gunehbarkirin. Ango dema ku mirov vîna xwe ji dest da be, her tişta ku azadiya wî têkildar û misoger dike, weke sosret dibîne û di bin navên radestbûyîna ji îradeya xwedayê gewre re, jiyana koletiyê rewa dike. Sîstemên hegemon jî vê yekê bi desthiladariya xwe ya yek tîpî, civakê bi zagon û rêgezên ku otorîteya wê diparêzin re, vê baweriya gelan a koletiyê tekûz û kûrtir dike. Bi amûrên pişaftin û asîmîlasyonê qirkirinên çandî û fîzîkî li pey hev pêk tîne. Ti navberêna de hizira civakî û hafîzeya giştî jî bi van serdehatinên xwe sîl dike. Gelê Kurd rewşeke wisa dijiya. Hema bêje bi zora mîrate, kevneşopî û resentiya xwe hatibû kêliya can dayînê.
Bi dêrînbûna xwe weke gelekî resen xwe dîçand û şaristanî, li hemberî can standinê li ber xwe dida. Di nava rewşeke wisa ku çarenûsa gelekî tê de dihate tayînkirin, pêngava vejînê ya jinûve afirandina gelekî ku di gora bermahiyên mirovahiyê de hatibû difinkirin de, bi serperştiya fermandarê nemir Mahsûm Korkmaz (Egîd) ya 15 Tebaxa 1984’an hate destpêkirin. Ev pêngava ku hebûna gelekî têkçûyî ji tunebûneke misoger xilas kir, îro bi gelek raperîn û destkeftiyan tacîdar bûye.
Li Rojavayê Kurdistanê weke berdewamiya wê xetê, Federasyona Bakurê Sûriyê serencamekî girîng û esas e. Çawa ku berxwedana zîndana Amedê zemîna pêngava 15 Tebaxê ava kir, her wiha pêngava 15 Tebaxê jî zemîna destkeftiyên giştî parçeyên Kurdistanê ava kir. Îro li her parçeyekî Kurdistanê bi ruhê Egîd û hevriyên wî, bi sed hezaran Egîd û qehremanên Kurdan çêbûne. Ango riya ku pêngava 15 Tebaxê afirandiye, jibilî serkeftinê tiriyên din napejirîne. Niha jî ev xet di kesayeta şoreşa Rojava de li hemberî terora cîhanî di kesayeta çeteyên DAIŞ de berxwedana mirovahiyê dike.
Ev gelê ku li serê qontarên çiyayên Agiriyê gora wî hatibû kolandin û têde hatibûn xumandin, bi saya paradîgmaya ku ev xeta têkneçûyî û veguherîner a ku Rêberê Gelên Kurdistanê birêzAbdulah Ocalan senteza wê afirandiye, îro jinûve li ser koka xwe şîn û mezin dibe. Parelelî wê, rol û misyona xwe ya dîrokî ku ji dest dabû, jinûva vejandiye û pêşengtiya azadî û demokrasiya gelan di herêm û cîhanê de dike. Bi gotineke din; çawa ku her erdnîgariya Kurdistanê navenda şaristaniyan û landika mirovahiyê bû, bi wê karekterê xwe yê rêvebirinê jî jinûve dê pêşengtiya çareseriyanjî bike. Ev jî bi xeta ku Rêber APO xuliqandiye re roj bi roj tekûz û piştrast dibe. 15Tebaxê; pêngava vejandina gelekî mirî ye.
14.08.2017
Rojev24