REQA- Şervanên QSD`ê li taxa El-Berîd a Reqayê du maşîneyên bombebarkirî rûxandin û niha di navbera taxa Nezlet Şehade û Mensur, li taxa El-Berîd û El-Dereiyê şer didome. û di taxê de 20 sivîl hatin xelas kirin û niha têne derman kirin.
Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê di roja xwe ya 70`mîn de didome û şer di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê bi dijwarî diqewime.
Li taxa El-Berîd ku dikeve rojavayê bajarê Reqayê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şer giran rû da. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û şervanan du maşîniyên bombebarkirî ku dixwestin xwe bi şervanan de biteqînin, bê bandor kirin û rûxandin.
Her wiha li taxa Reqa ya kevin dem bi dem di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê şer û pevçûn ru dide.
Ji aliyekî dîtir ve operasyonên şervanên QSD`ê yên paqijkirina taxên rizgarkirî didomin. Di vê çarçovê de şervanan li taxa Nezlet Şehade ya dikeve başûrê bajarê Reqayê miqadarek ji çek û cebilxaneyên çeteyên DAIŞ`ê dîtin. Di nava wan de 1 Termal, BKC û miqdarek ji guleyên wê, du B7, du kelaşinkof û 30 bombeyên dest ketin destê şervanan de.
Niha jî di navbera taxa Nezlet Şehade û Mensur, li taxa El-Berîd û El-Dereiyê şer di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê didome.
Di nav şerên dijwar de li taxê jî Gurubek nezî 20 kesan ji destê çeteyan hatin rizgarkirin, di nav de birindar jî hene. Birîndar ji aliyên şervanên QSDê ve hatin rakirin û niha têne derman kirin.
14.08.2017
Rojev24