* Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi boneya 33. salvegera 15’ê Tebaxê, diyar kir ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re Kurdistaneke nû û cîhaneke nû diafire û got: “Wê Kurdistan bi gerîla azad bibe.û got “ bi 15’ê Tebaxê re li Kurdistanê rewşeke nû, bedew, watedar û bi coş derkete holê.”
* Gerîlayên HPG’ê û YJA-Star’ê 15’ê Tebaxê bi merasîmeke leşkerî ya bi heybet pêşwazî kirin û Fermandarê Navenda Parastina Gel Karayilan, li çiyayên Kurdistanê xîtabî bi sedan gerîlayan kir û got; “Êdî ti hêz nikare pêşî li azadiya Kurdistanê bigire. Gerîla êdî wê bibe gerîlayên serkeftinê.”
– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ
* Şervanên QSD`ê taxa Mehdî û El-Refqa yên aliyê rojhilat ên Reqayê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şer de 17 çete hatin kuştin. Her wiha li taxa El-Berîd a Reqayê du maşîneyên bombebarkirî rûxandin û di navbera taxa Nezlet Şehade û Mensur, li taxa El-Berîd û El-Dereiyê şer dewam dike.
* Komîseriya Bilinda a Hilbijartinan di civîna ku li bajarê Qamişlo hate lidar xistin de çend xalên sereke ji bo hilbijartinên komînan, diyar kir.
* Artêşa Tirk a dagirker lêkirina dîwarê di navbera Herêma Efrîn û Bakurê Kurdistanê nêzî mal û milkên sivîlan berdewam dike. Ji ber lêkirina dîwar û êrîşên artêşa Tirk, şêniyên herêmê dev ji mal û zeviyên xwe berdan.
* Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Kampa Rûbar ku bi hezaran koçberê lê dimînin, topbaran dikin. Koçber ji kampê derdikevin û berê xwe didin gundê Basila.
* Cîgirê Serokê koalîsyona opozisyona Sûriyeyê Abdulbasit Hemo piştî civîna Riyadê di axaftina xwe de ragihand ku berpirsên Siûdî gotin wê li Sûriyeyê guherînên mezin rû bidin.
* Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya Hêzên Hewayî ya Rûsî bajaroka El Sûhnayê ya li herêma Hûmsê de bi tememî ji DAIŞê paqaij kir û bivê yekê şkandina dorpêça li ser Dêra Zorê pêkan e.
* ji aliyê Feyleq El-Rehman ve li derdora bajarokê Eyin Tirmayê li gundewarê şamê 20 leşkerên firqeya 4ê hatin kuştin .
* Milişa Lîwa El-Quds ya ser bi Rêjîma Sûrî ve, êrîşeke berfireh li ser bargehên çekdarên Daişê li başûrê devera Esreya li gundewarê Hema birin.
* Hêzên rêjîmê xalên leşkerî nêzîkî gundê mebûca li gundewarê rojhelatî Hema kontrol kirin.
* Besam Melek endamê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreşê û rikberiyê vekşandina xwe û vegera li himbêza welêt ragihand.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ
* KNK’ê afirînerên Pêngava 15’ê Tebaxê silav kir û got:” Gelê Kurdistanê wê bi giyana 15’ê Tebaxê bi ser bikeve”.
* Hûşyar Zêberî dibêje ji bo referandûm serkeftî pêkwere, divê itîfaqa nav mala Kurd bê çêkirin û pirsgirêk bên çareserkirin. Zêbarî got; “Me biryar daye ku referandûmê taloq nekin, ji ber bê taloqkirin emê bawerî ji dest bidin.”
* Şandeya serxwebûna herêma Kurdistanê ya Bexdayê dê li gel serokwezîrê Iraqê, rêberê tevgera Sedr û serokê tevgera hîkme dê bicivin. şande dê serdana balyozên welatên cîhanî yên li Bexdayê bike û wê daxwaz bikin ku çarenivîsa welatên xwe diyar bikin.
* Cîgirê fermandarê Pêşmergeyên Kurdistanê Salar Mihemed Cebarî ragehand, ku hewl hene odeya operasyonan di navbera Hewlêrê û Washingtonê de bê berfireh kirin.
* Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netayahu ragihand, pêwîst e dewleta Kurd hebe û tekez kir, ku ew piştgirî li serxwebûna Kurdên Iraqê dikin.
* Hikûmeta Iraqê li navçeya Daqûq a Kerkûkê, di bin ala Heşda Şeibî de lîwayeke nû ya bi navê “Ehrar Iraq” ava kir. Biryare ev lîwa di dawiya vê hefteyê de were bi çek kirin lê rêveberiya Kerkûkê qebûl nake ev hêz li nav sînorên Kerkûkê bimîne.
* Gurûpa Dewleta Îslamî Daiş ragihand ku wan êrîşî hêzên Amerîkî li rojhilata Tel Afer, yên ku alîkariya hêzên Îraqî dikin, kiriye.
* Leşkerên Amerîkî ragihand ku 2 serbazên wan di dema operasyonekê de li Îraqê hatin e kuştin.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TURKÎ
* HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û şer ên li Colemêrg, Sêrt, Agirî, Osmaniye û Çewligê daxuyaniyek da. hat diyarkirin ku herî kêm 18 leşkerên Tirk hatine kuştin.
* Li 7 navçeyên Stenbolê di serdegirtina malan de 12 kes hatin binçavkirin. Li Tekîrdagê jî Hevserokê HDP’a Bajêr Kenan Yildiz hat binçavkirin.
* Li navenda bajarê Dêrsimê û navçeyên Ovacik, Nazimiye, Hozat û Pulumurê ev 10 roj in daristan dişewitin. Rêveberiya Daristanên Dêrismê dibêje, walîtî nahêle ew agir bitemirînin. Rêxistinên sivîl jî li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşandidin.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRAN
* Sererkanê Giştî yê Îranê General Muhammed Bakirî bi heyeteke siyasî û leşkerî li ser vexwendina Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar di 15ê Tebaxê de serdana Enqereyê dike.
* Parlementoya Komara Islamî ya Îranê biryar girt ku, 520 milyon dolaran wekî butçe ji bo destpêkirina bernameyek nû ya mûçekî bide.
– CIHAN
* Serokê dezgeha îstixbarata Amerîka (CIA) Mike Pompeo dibêje, “vê gavê” metirsiya şerê etomî di navbera Amerîka û Kureya Bakûr de tine.
* Hate ragihand ku bi kêmîanî ve 17 kes, di êrîşeke çekdarî ya cîhadîyên gumanbar de, li Burkîna Faso hatin kuştin.
14.08.2017
Rojev24