LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / DAIŞ: Me hemû hêza xwe xiste şerê vê rojê de, lê me ser nexist em binketin

DAIŞ: Me hemû hêza xwe xiste şerê vê rojê de, lê me ser nexist em binketin

 REQA- Di hemû eniyên şer ên Reqayê de şervanên QSDʹê derbeyên giran li çeteyan xistin. Di şer de 95 çete hatin kuştin. Termê gelek çeteyan tevî çek û cebilxaneyên wan ket destê şervanan. Her wiha hejmarek erebeyên bomebarkirî hatin ruxandin.

Ji serê sibê ve li hemû eniyên bajarê Reqa di navbera şervanên QSDʹê û çeteyên DAIŞʹê şer destpê kiriye. Şer hîn jî bi awayekî berfireh didome.

Li taxa Rewda di şerê ku hîn jî didome de 23  çete hatin kuştin. Her wiha şervanan erebeyeke bombebarkirî rûxandin. Di şerê li vê taxê de şervanekî QSDʹê şehîd bû yek birîndar bû.

Li taxa Mansûr jî şer dewam dike, di encamê de heta niha 12 çete hatin kuştin, termê çar çetan tevî çekên wan ket destê şervanan. Şervanan erebeya çeteyan a bomebarkirî ku xwestin êrîşê pê pêk bînin, beriya bighêje armanca xwe teqandin, li vir Doçkaya çeteyan a 23 jî hate rûxandin. Di şerê li vê texê jî şervanekî QSDʹê şehîd bû û 4  jî birîndar bûn.

Di şerê taxa Reşîd ku hîn jî didome de 15 çete hatin kuştin, cenazeyên 6 çeteyan tevî çekên wan ket destê şervanan. Li vir jî çeteyan erebeyeke bombebarkirî teqandin, lê tu ziyan ne gihişt şervanan. Di vê texê de jî şervanek şehîd bû û 3 birîndar bûn.

Li taxa Berîd a bakur -rojavayê bajar jî şer û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didome. Li vir jî şervanan 5 çete kuştin, cenazeyên 2 çeteyan tevî çekên wan ket destê şervanan. Li vir jî şervanekî QSDʹê şehîd bû û yek jî birîndar bû.

Li taxa Nehda jî şer dewam dike di şerê li vir de jî 17 çete hatin kuştin, termê 9 çeteyan tevî çekên xwe ketin destê şervanan. Li vir jî şervanan erebeyeke bombebarkirî ruxandin. Di şerê li vê taxê de 2 şevanên QSDʹê şehîd bûn û 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Li taxa Diriyê jî şerê dewam dike, di encamê de 7 çete hatin kuştin, termê 5 kuştiyên çeteyan tevlî çekên li ser wan ket destê şervanan.

Li taxa Nezlit Şahadê çeteyan êrîşî çeperên şervanan kirin, li vir jî şervanan bersiveke tund dan çeteyan û êrîşa wan têk birin. Di encama bersivdayîna şervanan de 14 çete hatin kuştin ji wan termê 8 çeteyan ket destê şervanan.

Îro di saetên sibê de jî li nêzî nexweşxaneya zarokan a li taxa Nezlit Şihadê erebeyeke bomebbarkirî ya çeteyan hate teqandin. Di encmê de 2 çete hatin kuştin.

Di encama şerê ji duh de darbeyek giran li çeteyan hate xistin û êrîşa wan hate şikandin.

Şervanên di şer de cih digirtin gotin ku çeteyan li ser cîhazên xwe yên bê têlê wiha digotin: ʺMe hemû hêza xwe xiste şerê vê rojê de, lê me ser nexist em binketinʺ

Şervanan her wiha gotin ku hêza çeteyan belav bûye.

15.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً