LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Reqayê, di du şevan de 46 çete hatin kuştin

Li Reqayê, di du şevan de 46 çete hatin kuştin

REQA-pevçûnên li Reqayê didomin, û niha li taxa Mensûr û Reşîd şer bi dijwarî berdewam dike, di encama şerê du şevan de 46 çeta ji aliyê şervanên QSDê ve hatin kuştin.
Hemelya rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 72`an de bi pêşketina şervanên QSD`ê dewam dike. Ji şevê din ve li taxên Mansûra û Reşîd ên dikeve rojhilatê bajêr şer bi hemû dijwariya xwe didome.
Di encama şerê du şevan de li taxa Mansûra 13 çete û duh bi şev jî li taxa Reşîd 19 çete hatin kuştin. Dîsa li Taxa Reşîd çeteyek bi saxî ket destê şervanan û erebeyek bombebarkirî hat ruxandin.
Li taxa Nezlêt Şihadê ya başûrê bajêr jî şer derket û di encamê de 9 çete hatin kuştin. Li vir jî şervanan erebeyeke çeteyan ruxandin.
Li taxa Deriyê ya rojavayê bajar jî şer qewimî û li gor agahiyên hatin bidestxistin 5 çete hatin kuştin û du erebeyên bombebarkirî ji aliyê şervanan ve hatin ruxandin.
Di van şeran de du şervanên QSD`ê şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.
11:10-16.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً