LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiye û Îran werin gel hev bêguman wê mijar kurd be

Tirkiye û Îran werin gel hev bêguman wê mijar kurd be

ENQERE – Di hevdîtinên Serfermandarê Îranê Muhammed Bagherî ya li Enqereyê ya Tirkiyê de, êrîşên li ser Rojava û referanduma wê li Başurê Kurdistanê pêk wer e di rojevê de bû.

Serokê Serfermandariya Îranê General Muhammed Bagherî, ji bo 3 rojan bibe mêvanê Serokê Serfermandariya Tirkiyê Hulusî Akar çû Enqere. Li gor agahiyan, di hevdîtinên Bagherî û şandeya pê re de mijarên wek e referanduma ji hêla rêveberiya Herêma Kurdistana Federal a başurê Kurdistanê ku wê di meha îlonê de bê lidarxistin û êrîşên îhtîmal ên li ser Rojava pêk werin di rojeva wan de bûye. Li gor hin çavkaniyan, tê îdeakirin ku di hevdîtinên navbera her du serfermandaran Tirkiye û Îranê hatî kirin de, li dijî “Referanduma serbuxwetiyê” ya li başurê Kurdistanê her du welat di asta serfermandariyê de lihevkirinek ango gihiştine mutabakatekî.

Tirkiye û Îran berê de jî di peyamên xwe yên dîplomatîk de dabûn aşkere kiribûn ku ew li dijî vê referandumî ne.

Êrîşa li ser Rojava rojeva herî girîng a li ser masê ye

Li aliyê din yek mijarên girîng a hevdîtinan, êrîşên îhtîmal ku Tirkiye dixwaze li ser Rojava pêş bixe ye. Tirkiye ku di vê mijarî de amadekariyên leşkerî û hincetên xwe yên êrîşê parve kir, hat hînkirin ku aliyê Îranê jî diyarkirine ku ew ne li dijî êrîşekî li ser kurdan e lê ji ber hevsengiyên di Sûriyê de hinek sar nêzî vê mijarî dibin. Hat destnîşankirin ku Îran xwestiye ya Tirkiyeyê bi rêveberiya Sûriyê re lihev bîne û xwestiye Tirkiye dev ji destekdayîna xwe ya ji pêkhateyên çekdar vekişîne.

Wê bi Erdogan re hevdîtin bike

Bi taybetî ji bo ya Îranê di mijara êrîşa li ser Rojava de bê qayilkirin di teamulên dîplomatîk de pir nehatiye dîtin wê pêk were, Serokê Serfermandarê Îranê Bagherî, wê îro bi Serok Komarê Tirkiye Tayîp Erdogan û piştre jî Wezîrê Parastina Netewî re hevdîtin bê kirin.

Li gor agahiyên hatî bidestxistin, di hevdîtinan de mijarên wek e qrîza Qetarê, “Gengeşiya nukleerê” ya di demên dawî de di navbera Îran û Amerîka de ji nû ve rû dide hatiye nîqaşkirin.

Operasyona Til Afer

Ji bo di Sûriyê de heremên bêpêvçûn bên avakirin piştî hevdîtinên dawî yên li Tehranê pêk hatin, berdewamiya hevdîtinên Astana de jî hatin nîqaşkirin. Dîsa hat diyarkirin ku di hevdîtinan de bi taybetî operasyona Til Afer a di pêşengtiya Haşdî Şabî ya ku Îran piştgiriya wî dike hat rojevê. Hat gotin ku Tirkiye di ser hin gruban de beşdarbûna vê oparesyonî xwe pêşniyar kiriye.

16.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً