LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Şervanên QSDê nêzî 300 sivîlî rizgarkirin

Şervanên QSDê nêzî 300 sivîlî rizgarkirin

REQA- di berdewamiya hemleya Reqa de û ji destpêka hemleyê ve sivîl ji aliyê şervanên QSDê ve têne xelaskirin, ser vê sibehê nêzî 300 kesî hatin rizgarkirin.
Operasyona Reqayê ku di 6 Hizêranê de hatibû rghandin bi hemû lez û beza xwe di roja 73 an de didiome.
Şervanên QSD ê bi şerê dijwar ku didie meşandin û taxên nû rizgar dikin, ev du rojin li taxên Mansûra û Reşîd ên dikeve rojhilatê bajêr şer bi hemû dijwariya xwe didome.
Bi rizgarkirina taxên nû û paqijkirina taxan ji aliyê tîmên taybet ên QSD ê ve. Ji aliyekî din ve jî sivîlên ku di bin pencên çeteyên DAIŞ ê de ne têne xels kirin.
Serê vê sibê hejmarek sivil di navbera 250 -300 kesî de hatin rizgarkirin. 10 jê zarok in , di nav wan de jî pir kes birindar bûne.
Sivil ref bi ref têne rizgarkirin.
11:20-17.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً