LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Di heftiyekê de êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakurê Sûriyê

Di heftiyekê de êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakurê Sûriyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Dagirkeriya Tirk bi pilanê xwe yê qirêj û daxwaza wê ya derbasbûna sînorên Bakurê Sûriyê, kiryarên xwe yên bombebarankirinê,armanckirina sivîlan û sewiqyatê leşkerî li ser sînorên herêmên Efrîn û Feratê didomîne, di nava heftiyekê de dagirkeriya Tirk 13 êrîş û tecawz li ser sînorê Bakurê Sûriyê pêkaniye.
– ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:
Di 11.08.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li bajarê Babê yê dagirkirî gule di şahiyeke zewacê de bi awayekî bê ser û ber reşandin. Di encamê de 8 sivîl di nav de jin û zarok hebûn, birîndar bûn.
Di 12.08.2017 an de Artêşa Tirk li herêma Sermeda a Idlibê jinek û zilamek li nêzî sînorê di navbera Îdlibê û Tirkiyê de, qetil kir.

    

Di 13.08.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de, derdora Kampa Rûbar ya li Efrînê ku bi hezaran koçber lê dimînin, topbaran kirin. Koçber ji kampê derketin û berê xwe dan gundê Basila.

    

Di 15.08.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Minx, Eyn Denqnê û Bendava Şehbayê yên Kantona Şehbayê û gundê Merenaz a Kantona Efrînê, topbaran kirin.
Di 16.08.2017 an de Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ên di gundên Tiwês, Kesar û bajarokê Marîyê de bi cîh bûne, gundên Til Medîq, Til Cîcan, Zoyan û Şêx Îsa yên Kantona Şehbayê yên rizgarkirî topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî gihîşt mal û milkên sivîlan.
Di 17.08.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeya Şera û Şêrawa û derdora kampa Rûbar, topbaran kir, di encama topbaranê de ku bi saetan berdewam kir, ziyan gihîşt zevîyên welatiyan.

          

Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker bi dehan tang û erebeyên zirxî derbasî bajarê Babê kirine.

Di 17.08.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêma Ezazê, careke din gundê Qestel Cindo, topbaran kir. Di topbaranê de zêdetirî 10 top Ii gund û dorhêla gund ketin.
Di heman dîrokê de Artêşa Tirk a dagirker bajarê Efrînê bi obusan topbaran kir û di encamê de ziyanên madî gihîştin mal û mulkên sivîlan.

Di 18.08.2017 an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundê Qestel Cindo yê Kantona Efrînê û gundê Eyn Deqnê, Şeeala, Nêrebiyê, Um Hoş, Hirbel û bajarê Til Rifet ên Kantona Şehbayê, topbaran kirin. Di encamê de, zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.
Herwiha di heman dîrokê de Balafireke keşfê ya Tirkiyê li asîmanê navçeya Bilbilê ya girêdayî herêma Raco Efrînê digeriya.

 

05:00-20.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً