REQA- şer û pevçûnên dijwar li Reqayê didomin, di encama şerê ku niha li pênc taxên bajar rû didin, 17 çete hatin kuştin.
Hemleya rizgarkirin Reqayê di roja 75`an de dewam dike.
Di vê çarçoveyê de duh nîvro li taxa Mansûr a rojhilatî bajêr şerekî demkî rû da di encamê de 7 çete hatin kuştin û erebeyek bombebarkirî hat ruxandin.
Dîsa li heman alî li taxa Reşîd jî şer derket û 6 çete hatin kuştin.
Li taxa Berîd a bakur rojhilatî bajêr jî şer rû da, li vir jî yek jê segvan 4 çete hatin kuştin.
Şer li hersê taxên navbihurî û li aliyê rojava li taxên Mirur û Nehda bi dijwarî destpê kir.
02:20-20.08.2017
Rojev24