LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Cenga Mezin li Reqayê dawî li çeteyên DAIŞ ê tîne

Cenga Mezin li Reqayê dawî li çeteyên DAIŞ ê tîne

REQA- Hemleya şer li navenda Reqayê bi pêşve diçe, şervanên QSD ê di şerê ji doh ve li pênc taxan 35 çete kuştin.
Hemleya Rizgarkirina Reqayê bi gavên mezin di roja 76`an de dewam dike. Di vê çarçoveyê de duh li Taxa Mansûr ya rojhilatî bajêr şerekî dijwar rû da û 9 çete hatin kuştin.
Li heman alî li taxa Reşîd jî di encama şerê ku heta niha diqewime de 11 çete hatin kuştin û li Reqayê Kevin jî 4 çete hatin kuştin.
Li aliyê Rojavayî bajêr jî şervan li taxa Mirur pêşve çûn û di encamê şerê rûdayî de 6 çete hatin kuştin.
Her wiha şer li taxa Nehda ya rojavayî bajar derket û 5 çete hatin kuştin.
Di şerên ku li van taxên navbihurî de rû dan sê şervanên QSD`ê jî şehîd ketin.
21.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً