LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Civînên ji bo Cinêv 8 hêjî li bendeya lihevkirina aliyên opozisyonê ye

Civînên ji bo Cinêv 8 hêjî li bendeya lihevkirina aliyên opozisyonê ye

RIYAD- Danûstandinên civînên li Riyadê ji bo amdekariyên Cinêv 8 bi taybet yekirina şandeye opozisyonê hêjî didomin, lê her aliyek ji ber bercewendiyên xwe yên siyasî nikare ji bo pêşeroja Sûriyê bighêjin biryarekê, di encamê de wê Cinêv 8 weke civînên beriya xwe be wê tu guhertinê ji bo Sûriyê nikaribe bi xw re bi vî awayî bîne.
Civîna Cinêv 7 bi binket
Civîna Cinêv 7 ku di Tîrmeha borî de hatibû lidrxistin. Ji ber bê encamên wê, niha amadekarî û hewildanên lidarxistina Cinêv 8 tê kirin.
Tê zann ku civîna Cinêv 7 li paytexta Siwêsrê Cinêvê di 10 Tîrmeha borî de bi serperiştiya navdewletî û bi rêvebirina nûnerê taybet yê netewî ji bo Sûriyê Staffan de Mistura hate lidarxistin.
Beriya ku ev civîn were lidarxistin li gorî daxuyaniyên çapemeniyê ji aliyê siyasetmedar û zanyarên siyasî, di heman demê de ji aliyê De Mistura ve hate tekezkirin ku wê tu encamê bi xwe re neyne.
Lewra li gorî ku diyar bû ev civîn ne serkeftî bû, ji ber ku diva bû her yek ji şandeyên opozisyona Sûriyê bi herdû maseyên xwe yên dijber Mosko û Qahîra û şandeya Rêjîma Sûriyê bi hevra bicivyane , lê ev hewildanên De Mistura biserneketin û tenê ev civîn di asta rûniştinên teknîkî de di navbera De Mistura û şandeyên nav borî bi awayekî cuda hate kirin. Yanî herdû aliyên opozisyonê û Rêjîma sûriyê raste rast û li ser maseyekê danstandin birêvenebirin.
Li ser van hewildanan guhetinên di nava danûstandina de ji bo lihevkirinekê di navbera herdû şandeyan de hate lipaşxistin.
Cinêv 8 jî xuya dike wê berdewamiya Cinêv 7 be
Ji ber binkeftina Civîna Cinêv 7 tevî girîngiya wê ya avakirina hremên bi Ewle li Sûriyê û lêvegerek siyasî ji bi Sûriyê re bihate danîn di heman demê de li gorî ku hate raghandin li hemberî terorî opozisyon û rêjîm roleke deha aktîv bilîze.
Tiştê ku derdikeve holê ewe ku Cinêv 8 li bendeya lihevkirineke di navbera aliyên opozisyonê de ye, lewra opozisyon bi rêzecivînên ji bo Cinêv 8 amadekariyan dike.
Piştî civîna opozisyona li Riyadê û lidarxistina kongirekê, dîsa desteya bilind ya danûsatandin ji Erebistana Sûadî daxwaz kir ku kongireke duyemîn ji bo aliyên opozisyon lidarbixe û ev yek bi êrênî ji aliyê Riyadê ve hate qebûl kirin.
Opozisyona Sûriyê bi herdû maseyên xwe yên Mosko û Qahîra ku dijberiya Rûsiya û Mesirê xwe nîşan didin û koalîsyona Sûriyê ya hêzên dijberiya Sûriyê gerek bû ku roja yekşemê li Riyadê civîna xwe destpêbikra, lê ev civîna ji bo roja din Duşemê hate li paşxstin ji ber ku ji aliyê Maseya Mosko ve denrg gihiştina Riyadê derket.
Li gorî ku hin aliyan dane eşker kirin Maseya Mosko dixwest ku ev civîn li Cinêv ê bihate lidaxistin lê di dawî de qebûl kir û tevlî civîna di roja Duşemê de ku hate lidarxistin bû.
Maseya Mosko bi rêvebrina Qedrî Cemîl ku ev kes nêzî Rûsya ye û nerînên wê ji desteya bilind ya danûstandinan cuda ye ku ev kongira duyemîn ya Riyadê jî ji aliyê desteya bilind de hate organîzekirin, di amdebûna xwe de hin terdûd jiyan dikir.
Maseya Mosko bi rêvebrina Qedrî Cemîl ku ev kes nêzî Rûsya ye û nerînên wê ji desteya bilind ya danûstandinan cuda ye ku ev kongira duyemîn ya Riyadê jî ji aliyê desteya bilind de hate organîzekirin, di amdebûna xwe de hin terdûd jiyan dikir.
Li ser vê yekê endamê paltforma Qahîra Ebdulselam necîb da zanîn ku Paltforma Mosko tekezî dike ku çarenûsa serokê Sûriyê Esed di pêvajoya bê de neyê ser ziman. Bi vê xuya dike ku platforma Mosko bi nûnertiya wê ji Rûsya hevlbenda Sûriyê naxwaza hebûna Esed were nîqaşkirin û ev yek bi behaneya ku wê Rêjîma Sûriyê di danûstandinên Cinêv de amade nebe tîne ser ziman.
Bi amadebûna tevahiya platformên opozîsyona Sûriyê, li Riyadê peytexta Siûdiyê civîna berfereh a yakirina aliyên opozîsyona Sûriyê di 21 ê Tebaxê de bi rê ve çû.
Piştî çend caran ji paşxistina civînê, Civîna opozîsyona Sûriyê li Riyadê û bi amadebûna herdû platformên Qahîra û Moskoyê û Îtîlafa Niştimanî bi rê ve diçe.
Mijarên serke di civînê de tu guhertin ji civînên beriya wê tu ne ye , lewra rêzemijarên opozisyonê ku diva bû ev 6 salin bihatana pêkanîn wê di rojevê de be.
Tiştê giring di vir de ewe ku niha opozisyon hewldanên wê yê yekirina şandeya xwe rêbike Cinêv 8 ku wê di demeke nêz de were lidarxistin, di heman demê de tevî van mijaran wê di civînên ku îro li Riyadê têne lidarxistin mayina Serokê Sûriyê Beşar Esad û nêzîkirina her sê aliyên muxalefeta Sûriyê ji bo beşdarîyê danûstandinên Cinêvê de bikin. Heger ev biryar pêk were û dengê opozsyonê bibe yek wê ev yek ji bo Rêjîma Sûriyê xeter be ji ber rêjîma Sûriyê wê hewildanên xwe yê mayîna Beşar Esed li ser desthiladariyê mayînde bike heye . Ev yek ji bo opozisyonê nayê qebûl kirin tevî vê yekê hê jî ji aliyê wê ve tu gavên ber bi çav û piratîkî ne hatine avêtin.
Tê gotin ku dê di dawiya civînan de navê nûnerê her sê platforman ji bo civînên Cinêvê were ragihandin.
Ji aliyekî din ve jî ji bo danûstandinên bi paltformên Qahîra û Mosko re li gorî çavkaniyên desteya bilind ya hilbijartinan hate raghandin ku komîteyeke di 5 Tebaxê de hatibû hilbijartin wê di tevgerê de be da ku nerînên herdû paltforman nêzî hev bike, komîteya ku hatibû hilbijartin ji Corc sebra,Ehmed ElArsawî, Riyad nasan axa, Hesen ibrahîm, Mihemed Ebduqadir mustefa, Ebdulhekîm beşar û Ehmed hecazî pêk tê, pêre jî emîndarê desteya danûstandinan Sefwan akaş wê bibe alîkar.
22.08.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً