ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
*Di Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de, sîstema Hevserokatiyê di tevahî dezgehên rêveberiyê de (ji Komîn heta Kongreya Gelan a Demokratîk) hat rûniştandin.
*Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja xwe ya 81`an de bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Kevin a aliyê rojhilat ê Reqayê di encama şerê li taxê rû da de, du jê sekvan 21 çete hatin kuştin. Her wiha li heman taxê maşîneyeke çeteyan a cibilxaneyê hat rûxandin.
*Artêşa Tirk a dagirker li rojavayî bajarê Kobanê sînor derbas kir. Şervanên YPG û YPJ`ê jî bersiv dan û li herêmê şerekî dem demî rû da.
*Heft hêzên leşkerî yên bi hêzên El-Nuxbe re kar dikin veqetîna xwe ji wê hêzê ragihandin û tevlîbûna xwe bi hêzên Sûryaya Demoqratîk tekez kirin.
*Hêzên Rêjîma Sûrî 25 Tebaxê gundên (Selba, Meseda, Mikêmin ElŞemalî) kontrol kirin. Her wiha Hêzên Rêjîmê û milîsên bi ser Girkê Watniyê û Dehret El-Erîde li gundewarê Siwêda yê rojhelat kontrol kirin.
*Balafirên şer ên rêjîma Sûriye du êrîşen asîmanî bi ser bajarê Kefer Laha de birin li bakûrî Humse tevlî ku navçe jî di nav deverên agirbestê de ye.
BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
*Medyayên Tirkiyê ragihandin ku bi dehan kamyonên (TIR ên) tijî çek û sîlah ên Tirkiyê gihêştine sînorên Sûriyê.
*Dewleta Tirkiyê hezar karmendên din jî bi tawana destekbûna li darbeya leşkerî ya şikestxwarî ya sala 2016 ji ser karê wan derxist.
BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
*Li paytexta Iraq Bexdayê, du êrîşên bombeyî hatin kirin. Di her du êrîşan de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 8 kes jî birîndar bûn.
*Li Hewlerê li nêzîkî firokexaneyê di nav depoyeke leşkerî de teqînek rû da. Hat ragihandin, ku ti zirar negihiştiye canê ti kesî.
*Hat ragihandin ku bajarê Telafer ku dikeve bakurê rojavayê Iraqê bi temamî ji milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê hate rizgarkirin û niha paqijiya mayîn û teqemeniyan tê kirin.
*Li gorî rojnameya tirk Hurriyet Daily Newsê heke Herêma Kurdistanê serxwebûna xwe ragihîne hikûmeta Tirkiyeyê li dijî serxwebûnê dernakeve.
*Endamê rêveberiya PDKê Necat Hesen ragihand: ‘’Daxuyaniyê vê dawiyê yên Gorran û Komela Îslamî yên li ser pirsa referandûmê de nermbûn û nêzîkbûnek baş heye û wek PDK jî hemû merc me ji holê rakirine.’’
*Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian Wezîra Berevaniya Fransayê Florence Parly û şandeke li gel wan kir.
ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
*Fermandarê Supaya Pasdaranê Îranê yê parêzgeha Sine Mihemedhisên Recebî bi daxuyaniyekê ragihand û got, ‘Amerîka dixwaze Îran, Iraq û Sûriyê parçe bike.’
*Supaya Pasdarên Îranê li herêmên sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê zêde kiriye. Her wiha gelek curên çekên giran jî li van sînoran bicîh kirine.Çavkaniyeke agahdar ragihand ku Supaya Pasdaran plana êrîşkirina ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê daniye.
CÎHAN:
*Artêşa Libnanê li herêma Kalemin a li rojhilatê Libnanê ligel DAIŞê agirbest ragihand.
*Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku helîkoptereke Amerîkî li peravên başûrê Yemenê ketiye.
*Wezîrê kare derve yê Fransa “Jan Iv Lûdiryan” ragihand ku Parîs çûna Esed jê re ne giring e lê tiştê giring niha li Sûriya şerê Daiş e ye.
27.08.2017
Rojev24