REQA- Li bajarê Reqayê ku di gelek noqteyan de pêvçûnên dijwar ji duh êvarê ve berdewam dikin gelek çete hatin kuştin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 82`an de bi hemû leza xwe dewam dike. Di vê çarçoveyê de, li taxa Kevin a aliyê rojhilat ê Reqayê, di şerê ku şeva din heta van kêliyan dewam dike de, şervanên QSD`ê bi pêşve diçin û 13 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Li taxa Mirur a navenda bajarê Reqayê jî, di encama şerê ku şeva din heta niha dewam dike de, 5 çete hatin kuştin.
Şervanên QSD`ê li taxa Nehda ya aliyê rojava yê Reqayê pêşde çûn û hin noqte ji taxê rizgar kirin. Li vir jî, di encama şerê ku heta niha dewam dike de, 7 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.
28.08.2017
Rojev24