LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Bîlançoya Cenga Mezin a meha Tebaxê

Bîlançoya Cenga Mezin a meha Tebaxê

 

REQA- Pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ku berdewam dike bîlançoya meha Tebaxê zêdetirî hezar 970 sivîl hatin rizgarkirin, 620 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, 20 erebeyên bombebarkirî ya çeteyan hatin rûxandin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin.

Pêngava Rizgarkirina navenda bajarê Reqayê bi navê Cenga Mezin ku di 6 Hezîranê de bi pêşengiya Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) hate destpê kirin di roja xwe ya 83’an de didom e. Bîlançoya hemleyê ya mehekî ya derketî holê giranî û dijwariya hemleyê jî datîne holê. Ji destpêka pêngavê heta niha ku 14 taxên bajarê Reqayê ji çeteyan hatine paqijkirin, di meha Tebaxê de zêdetirî 620 hatin kûştin, hezar û 970 sivîl hatine rizgarkirin, 20 erebeyên çeteyan ên tije teqemenî ji hêla şervanên QSD’ê ve hatine rûxandin û hejmarek mezin çek û cebilxaneyên çeteyan hatine desteserkirin.

Her du eniyên şer gihiştin hev

Şervanên QSD ê bi pêşengiya YPG/YPJ karîbûn di vê mehê de her du eniyên şer bigînin hev û çeteyan dorpêç bikin. Niha çeteyên DAIŞ ê nefesa dawî dikşînin û roj bi roj têk diçin. Pêve girêdayî me bi riya înfografîkê bîlançoya pêngavê ya meha Tebaxê pêşberî we dikin.

 

29.08.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً