LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Balafira artêşa tirk di duyemîn ceribandina bombebaranê de darbe xwar!

Balafira artêşa tirk di duyemîn ceribandina bombebaranê de darbe xwar!

AMEDIYÊ – Li gor agahiyên ji heremê, balafirên şer ên artêşa Tirk dola Sergelê ya navçeya Amediyê ya herêma Behdînan bombebaran kir, di berbanga sibehê de xwest careke din bombebaran bike lê evcar darbe xwar. Hat gotin ku du ji balafirê derketiye.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, duh 2 caran balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker dola Sergelê ya navçeya Amediyê ya herêma Behdînan ku ser bi Herêmên Parastina Medya ye, bombebaran kir.

Balafirên artêşa Tirk a dagirker duh di serê sibê de carek bombebaran kir û di seat 13:30’an de jî carek din herêm bombebaran kir. Li gor agahiyên şêniyên heremê dan, balafirên şer ên artêşa tirk piştî bombebarana duh di berbanga sibehê de careke din li heman heremî bombebaran bike, piştî li ser heremê geriya, wek balafir darbe xwaribe du jê derket. Şêniyan destnîşankirin ku piştî du ji balafirê derket, ji ser heremê dur ketiye.

Di encama bombebarankirina balafiran li heremê agir derketiye, dar û berên heremê dişewit in.

05.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً