LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / PDK-Tirkiye hêzek çekdar ê nû ava dike: Mesrûfa wan jî Tirkiye dide

PDK-Tirkiye hêzek çekdar ê nû ava dike: Mesrûfa wan jî Tirkiye dide

NAVENDA NÛÇEYAN – Hat ragihandin ku hemû mesrûfên hêzên çekdar ên ji eşîrên Sûnî yên nêzî DAIŞ’ê ne hatine avakirin wê ji hêla Tirkiyê ve bê dayîn. Ji bo tenzîmkirina çek û cebilxaneya vê hêzî ji hêla PDK’ê ve ji qampên Kanîmasî û Amediyê bê girtin û radestî wan bê kirin.

Tirkiye ku di polîtîkaya xwe ya li Mûsûl, herêma Şehba û seranserê sînorê Rojava de bi têkçûnê ve diçe, di nava lêgerînên nû de ye. Hat ragihandin ku hemû mesrûfên hêzên çekdar ên ji eşîrên Sûnî yên nêzî DAIŞ’ê ne hatine avakirin wê ji hêla Tirkiyê ve bê dayîn. Ji bo tenzîmkirina çek û cebilxaneya vê hêzî ji hêla PDK’ê ve ji qampên Kanîmasî û Amediyê bê girtin û radestî wan bê kirin.

Bi rizgarkirina Mûsûlê ya ji DAIŞ’ê re plana KDP û Tirkiyê xira kir

Piştî li Iraq û Sûriyê ax ji destê DAIŞ’ê derdikevin, derket holê ku KDP û Tirkiye li ser vê rewşî civîn li ser civînan pêk tîne. Di van civînan de bi taybetî li ser statuyên axa Iraqê yên ji destê DAIŞ’ê hatine derxistin û hêzên wê li van ciha bên bicihkirin tên nîqaşkirin. Piştî ji hêla hikumeta navendî ya Iraqê û milîsên Haşdî şabî Misûlê hat girtin, tê zanîn ku di siyaseta PDK û Tirkiyê de jî rê li tengezariyek cidî vekir.  PDK û Tirkiye ji bo windayiyên xwe yên di van herêman de telafî bike û ji bo karibin giraniya xwe di diyarkirina statuya qadên din ên di destê DAIŞ’ê de mane deyinin, di lêgerîna avakirina hêzekî çekdar ên girêdayî xwe de ne. Berê de jî ev her du hêz ketibûn lêgerînekî wisa de. Hêza bi navê Heşdî Wetanî yê ku ji nav çeteyên DAIŞ’ê kom kiribûn ji ber li dijî Haşdî Şabî şer nekiribûn bê bandor mabûn û zeyîf ketibûn. Dîsa ji ber hin kesayetên di fermandariya hêza Haşdî Wetanî de cih digirtin nêzî xeta DAIŞ’ê de bûn û piştgiri didan wî bû sedema plana PDK û Tirkiyê zû deşifre bibe û vala derkeve.

Ji bo hevdîtinan Nucayfî navbêkarî dike

Hat gotin ku PDK û Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya berê ya li ser axa Iraqê bernedane, berovajê wê zêdetir zirav û bi tevlîkirina hin hêzên cuda re dixwazin îtîfaqa xwe bi hêztir bikin. Piştî Misûl kete destê hêza hikumeta navendî ya Iraqê, PDK û Tirkiye ji bo plana xwe ya li ser qadên din ên di destê DAIŞ’ê de mane pêk bîne bi eşîrên sûnî yên nêzî DAIŞ’ê re têkilî xûrtir kirin. Tê gotin ku yê ji bo navbêkariyê ji van hevdîtinan re dike Serokê Parlementoya Iraqê Usame Nûceyfî ku di parlementoya Iraqê de bi salane wek dijberê şîa û kurdewar tê naskirin dike. Bi navbêkariya Nûceyfî re têkilî bi van eşîran re tên danîn di ser van eşîran de bi awayek lihevkirinê ya bi DAIŞ’ê re wê ev qadên tên gotin hêdî hêdî ji vê hêzî re berdin. Hat zanîn ku wek e di van qadan de hêzekî dijberê DAIŞ’ê hatiye avakirin û wek e ku ji DAIŞ’ê tên rizgarkirin bidin nîşandan. Bi vê awayî dixwazin van qadan rê li pêşiya operasyona hêza navenda Iraqê û milîsên Haşdî Şabî bigirin.

Wê mesrûfa vê hêza çekdar ji hêla Tirkiyê ve bê dayîn

Hat gotin ku hemû mesrûf, çek, cebilxane û meaşê vê hêza ku dixwazin ava bikin ji hêla Tirkiyê ve bê dayîn. Peydakirina çek û cebilxaneya ji bo vê hêzî wê Tirkiye di ser qampên li Kanîmasî û Amediyê ya başurê Kurdistanê de bê şandin. Ev çek û cebilxaneyên ji Tirkiyê tên şandin wê di ser van qampan de radestî rayedarên PDK’ê bikin û bigihijînin vê hêzî.

Ev hêza hatî avakirin, ji bo bandor li ser referandûma li başurê Kurdistanê neke, niha veşartî tê hiştin. Lê tê gotin ku amadekariyên ji bo peydakirina çek û cebilxaneya ji bo vê hêzî berdewam dikin.

06.09.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً