LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Bîlançoya heftane ya Reqa

Bîlançoya heftane ya Reqa

REQA- Operasyona Cenga mezin ya Reqa bi dijwariya xwe didome, di nava heftiyekê de şervanên QSD ê di şerê bi çeteyên DAIŞ ê re derbeyên giran li çeteyan dan, di encamê de 484 çete hatine kuştin, 4 taxên nû hatine rizgarkirin û bi dehan sivîl ji pencên terorîstên DAIŞ ê hatine rizgarkirin.

Hemleya rizgarkirina navenda Reqayê bi dijwariya xwe didome. Operasyona Cenga mezin ya Reqayê 90 roj li pey xwe hişt, ku şervanên QSD ê bi şerê dijwar li beramberî çeteyên DAIŞ ê karîbûn taxên Mensûr a rojhilatî bajêr, taxa Reşîd, taxa Reqaya Kevin û Taxa Diriyê bi temamî ji çeteyan rizgar bikin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya giştî ya QSDê û Berdevka Fermî ya QSDʹê Cîhan Şêx Ehemd da zanîn ku di çarçoveya Şerê mezin ê rizgarkirina bajarê Reqayê de ji sedî 65 bajarê Reqayê ku 14 tax di nav de hene ji çeteyan rizgar bikin. Di berdewamiya axaftina xwe de Ehmed ev agahî dan:
-Taxên rizgarkî jî ev in: Taxên Sebahiye, Romanî, Hitîn, Kerîm, Qadisiye,Yermûk, Nezlet Şihade,Hîşam Bin Ebdil Melik, Meşleb, Sînaa, Bayatî, Reqaya kevin ku taxên Mensûr û Rafqa jî di nava de ye û taxa Diriye hatine rizgarkirin.
-Di şeş taxan de jî hîn şer bi dijwar didome. Taxên ku şer lê didom in jî ev in: taxa Berîd, Emîn, Rewda û Taxa Rimêla.

Di nava heftiyekê de jî li van taxan ev pevçûn di navbera şervanên QSDê û çeteyên DAIŞ ê rû dane:

Taxa Mensûr – Li taxa Mansûr a rojhilatî bajêr di encama şerê ku li vê taxê rû dida 85 çete hatin kuştin ku piraniya wan sekvanin û termê çeteyekî tevlî çeka wî ket destê şervanan û du erebeyek bombebarkirî hatin ruxandin. Li heman taxê de çeteyekî xwekujî ku xwest xwe bigihîne nuqteyên şervanan, lê beriya ku bighêje noqteya şervan hate kuştin. Di encama şerê giran taxa mansur bi tememî ji çeteyan hate rizgarkirin.

Taxa Reşîd – Li taxa Reşîd şer derket û di encama şerê dijwar li vê taxê şervanên QSD ê Taxa Reşîd bi temamî rizgarkirin û 33 çete hatin kuştinû termê çeteyekî ket destê şervanan. Di şerê ku qewimî de çekek SPG-9, BKC, Kilêş ku çeteyan li ser elektirîkê bikar dianîn, BKC, du kalşinkof, du B7 û du rext hatin bidestxistin.

Taxa Berîd – Li taxa Berîd a bakur rojhilatî bajêr jî şer rû da, li vir jî du ji wan segvan 19 çete hatin kuştin.

Taxa Reqayê Kevin – Li taxa Reqaya Kevin jî şer bi hemû hêza xwe dewam dike. Di encamê de 6 ji wan sekvan 62 çete hatin kuştin û gelek çete jî birindar bûn. Her wiha li heman taxê maşîneyeke çeteyan a cibilxaneyê hat rûxandin. Ev tax hate rizgarkirin.

Taxa Mirur – Li Taxa Mirur li aliyê Rojavayî bajêr jî di encama şerê rûdayî de 100 çete di nav de sê sekvan hatin kuştin û termê 2 çeteyan ket destê şervanan. Di encamê de li taxa Mirûr 7 damançên “Işildak” 3 doçke û 3 klaşinkov ketin destê şervanên QSD`ê de. di encama şerê ku rû da de, şervanên QSD`ê nexweşxaneya zarokan, Dibistana Uqbe Bin Nafi û Mizgefta El-Rehma bi temamî ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. maşîneyek bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin.

Taxa Nehda – Li Taxa Nehda ya rojavayî bajêr jî şer derket û li vir 75 çete di nava wan de 3 sekvan hatin kuştin û hin noqte ji taxê rizgar kirin.

Taxa Bêtanî – Li Taxa Bêtanî ya aliyê rojava yê Reqayê, şer derket û di encamê de 4 çete hatin kuştin.

Taxa Rûmaniyê – Li taxa Romaniyê ya rizgarkirî, çeteyên DAIŞ`ê xwestin êrîşî noqteyên şervanên QSD`ê bikin, lê li ser bersivdayîna şervanan, êrîşa çeteyan têk çû û di encamê de 4 êrîşkar hatin kuştin.

Taxa Diriyê – Li Taxa Diriyê rojavayê bajarê Reqayê jî şer didome, di encama şerê li vir de 2 jê sekvan 59 çete hatin kuştin. Şervan pêşveçûna xwe didomînin û baxçeyê Panorama yê li taxa Deriyê dikeve rizgar kirin. Ev baxçe noqteyeke stratejîke ji ber di navbera taxên Deriyê, Nezlit Şihadê û Yermûk de ye. Di heman taxê de şervanên QSD`ê Mizgefta Sefa û Enwar El-Qidis û Dibistana Xalid Bin Welîd ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar, kirin. Ev tax hate rizgarkirin.

Taxa Emîn – Li Taxa El-Emîn a Reqayê şerên giran rû didin û di encamê de heta niha 43 çete hatine kuştin.

Sivîlên ku hatine rizgar kirin:

Tîmên rizgarkirina sivîlan ên QSDʹê bi dehan welatiyên sivîl ên Reqayê rizgar kirin. Şervanan sivîl gihandin cihên bi ewle.

Sivîlên ku dixwestin ji çeteyan rizgar bibin, li mayîna çeteyan qelibîn û mayîn bi wan ve teqiya. Di encamê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 11 sivîl birîndar bûn. Şervanan birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li taxa Deriye jî, 9 welatiyên sivîl ji aliyê ekîpên taybet ên QSD′ê ve hatin rizgarkirin.

Li taxa Nezlit Şahadê ya dikeve başûrê Reqayê şervanên QSD′ê hejmarek sivîl ji taxa Nezlit Şahadê rizgar kirin, û kesên ku beri niha jî hatibun rizgarkirin li dibistaneke taxê bi cih kirine, pediviyên wan ên jiyanî peyda dikin, av û xwarinê li wan belav dikin.
Tîmên Tayet ên Rizgarkirina Sivîlan li nêzî çarxereya Delê ya taxa Nehda ya aliyê rojava ê Reqayê, 38 sivîl rizgar kirin. Di nava wan de gelek jin,û zarok hene.

li taxa Emîn Ji aliyekî din, tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 10 sivîl di nav de zarokekî ku sekvanên çeteyên DAIŞ`ê ew birîndar kiribû, rizgar kirin.

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên QSD`ê 10 sivîlên din ên Reqayê ji texa Mirur ku li aliyê rojava yê bajar dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

05.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Kaxeza penaberên Sûriye bi riya Turkiye ku penaber bi zorê têne veguhestin

SERÊ KANIYÊ- Gundê Qitînê yê girêdayî bajarê Serê Kaniyê ji aliyê çeteyên dewleta Turk ve …

اترك تعليقاً