NAVENDA NÛÇEYAN – Li Silêmaniyê “Operasyona Sedsalê” ya ji hêla rayedarên dewleta tirk-MÎT’ê ji bo bi armanca girtin û kuştina Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi fiyaskoyê encam bû. Yekîneya MÎT’ê ya ji 18 kesan pêk dihat ku çûbûn heremê ji aliyê PKK’ê ve hatin girtin.
Tirkiye ji aliyekî ve ji bo îadekirina endamên MÎT’ê hemû cure zextan dike, di aliyê din de jî hewil dide ku weşandina îfadeya endamên MÎT’ê yên hatine girtin asteng bike.
MÎT bi operasyona Cemîl Bayik re dixwest destpêkê di şer de serdestiya xwe ya psîkolojîk bidest bixe, piştre ya PKK’ê bi hêzên li başûrê Kurdistanê re bixe nava pêvçûnekî mezin de û di encamê de jî bi Îranê re operasyonekî dişibe modela Srî-Lankayê di ser Qendîlê lidar bixe plan dikir.
Di aliyê din de jî faliyetên li dijî PKK’ê ya MÎT’ê jî wê berdewam bike. Di vê çerçoveyî de hat ragihandin ku rojên derbasbûyî de li ser gundê Mexmûrê êrîşeke bombeyî pêk hatibû û di wir de du peywirdarên qampê jiyana xwe ji dest dabûn.
Cemîl Bayik hêj nehatibû girtin di ser ragihandina xwe de ya gel amade dikirin. Yanî ya li gorî gotina wan ‘ya ummetê bi cejina qûrbanê re ji cejineke din re amade dikirin’. Esas qurban wê Cemîl Bayik bûya. Ji ber vê yekî betlana Cejna Qurbanê derxistibûn 10 rojan. Sedema vê jî Bayik bû. Rojnamevanekî nûçeyekî ajansa fermî ya dewleta tirk (Ajansa Anadolu) k udi 28’ê tîrmehê de weşandibû û piştre şûnde kişandibû, şand.
Nûçe wiha bû: “
Bavê Cemîl Bayik Mûstafa Bayik ku li gundê Çaqmaqa Jor a girêdayê navçeya Keban a Elezîzê dijî, got “Cemîl ji bo min ev 33 sal in mirî ye. Ew bûye sedem ku xizmên min, dost, nas û cîranên min bi min re naxivin. Eger ew bê girtin ez ê herim hesab jê bipirsim.” Mustafa Bayik, li ser pirsa ‘Eger Cemîl Bayik bê girtin wê herî hevdîtina wî?’ wiha bersiv da “Ez ê herim cem wî bibêjim te çima wisa kir? Hesab jê bipirsim.”
Ev nûçe û nûçeyên wekî vê di navbêra 28’ê tîrmehê û 2’ê tebaxa 2017’an de pêk tê.
Çapemeniya Tirk pêşiya her tiştî de bixwe pir bawer ku wê Cemîl Bayik bê girtin, hemû sernivis, nûçe û manşetên xwe li bendê sekinî bû.
Dema ku Wezîrê Parastina Amerîkayê James Mattîs di 23’ê tebaxê de Enqereyê ziyaret kir, bi Wezîrê Parastina Netewî ya Tirkiyê Nûrettîn Caniklî û Serok Komar Erdogan re hevdîtin kiribû ev mijar jê re hatibû gotin û alîkarî ji Mattîs hatibû xwestin. Çavkaniyên bi ewleh diyar dikin ku hem ji bo endamên MÎT’ê şûnde bînin û hem jî di operasyonên li dijî rêveberiyên PKK’ê ji Mattîs alîkarî xwestin e. Lê Mattîs ji bo operasyonên bi vê rengî destekdayîn teqez red kiriye û diyar kiriye ku operasyonên wiha wê di nava kurdan de pêvçûnên êdî kes nikare pêşiya wî bigire pêk were û wê ev yek zirarek mezin bide têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û vê daxwaza wan red kiriye.
Ji berpirsiyarekî îstîxbarata YNK’ê wiha vedibêje: “Li gor çavdêriya me îstîxbarata Tirk ji meha gulanê heta niha li hemberê Cemîl Bayik û rêveberên PKK’ê di nav xebatek kur a revandin û sûîkastê de bûn. Ligel me bi dehan caran wan hişyar kir jî dev ji van kiryarên xwe bernedan û bi meha tîrmehê ve ev xebat li derdora Silêmaniyê zêdetir bû. Li nêzî herêma Batûfayê di wesayîtekî ku du subayên tirk siwar bibûn teqiya û ev her du subay mirin. Ev bûyer di qadekî ku ne durê yekîneyên leşkerên tirk pêk hat. Ev wesayît hatibû bombekirin an jî wesayîta teqemeniyê ya leşkerî ku anîbûn Batûfayê pêk hat, baş nehate zelalkirin. Lê ev tê zanîn ku îstîxbarata tirk qadên Kortek û Selengetê ya li nêzî herêma Qendîlê hedef girtine. PKK ger li Silêmaniyê be û ger jî hin qadên cur be cur ên başurê Kurdistanê de xebatek berbiçav û girseyek baş heye. Serok Komarê Tirk bi salane dixwaze kadroyên pêşeng ên PKK’ê birevîne an jî bide kûştin. Jixwe ji ber vê yekî her kes dizane di şîrketên Tirk de endamên îstîxbarata Tirk (MÎT) dixebitin, vê yekî dinya alem dizane.”
Herî dawî di 3’ê tebaxê de MÎT agahî girt ku wê Cemîl Bayik ji ber êşa pişta xwe di nexweşxaneya Silêmaniyê de tedawî bibîne, li navçeya Dokanê endamên xwe bi cih kiribûn. Di nava wan de yek berpirsiyarê Maseya PKK’ê û berpirpirsiyarê Maseya Operasyona Derve heyî 18 endamên MÎT’ê di malekî li navçeya Dokanê de ji hêla PKK’yiyan ve têne girtin.
Di berîk û çenteya ser van berpirsiyar û endamên MÎT’ê pasaportên dîplomatîk, pere, belge û çek derdikevin holê. Hat ragihandin ku be tevahî 18 kes têne girtin. Hikumeta Tirk acîl tên başûrê Kurdistanê bi Serokwezîrê Hikumeta Başûrê Kurdistanê Neçirvan Barzanî û rêveberên YNK’ê re hevdîtin dikin ku dixwazin bi zextê hewil bidin endamên MÎT’ê serbest bide berdan. Ji ber ev hewildana wan encam negirt Nûnerê YNK’ê ya Anqerê Behrûz Gelalî û 80’ê endamên pê re derveyê sînor kirin. Piştre bang Neçirvan Barzanî ya Enqereyê kirin ji bo biçe Qendîlê bi rêveberên PKK’ê re hevdîtinan bike û wan bide berdan lê ji vê hewildanî jî tu encam negirtin.
Rojnamevanên bi ewleh ên li Tirkiyê yê jî, îdea dikin ku amadekariya ji bo revandina Cemîl Bayik ev demek dirêje tê kirin û birêvebirina operasyonê bîzat ji hêla Recep Tayîp Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan ve dihat kirin. Rojnamevan îdea dikirin ku Erdogan û Fîdan bi telefona dîmenê bi berpirsiyarên endamên MÎT’ê yên li başurê Kurdistanê re hevdîtin dikirin ku ji bo dema revandinê bi awayek zindî temaşe bikin. Wekî ku çewa Obama bi awayek zindî operasyona Usame Bîn Ladîn zindî temaşe dikir!
Tê îdeakirin ku du rêveberên MÎT’ê yên ji hêla PKK’ê ve hatine girtin alîkarên Musteşarê MÎT’ê Hakan Fîdan in û di hemû operasyonên dijî PKK’ê de berpirsiyar an jî agahdar in û di suîkasta Sakîne Cansiz û hevalên wê yên li Parîsê de jî di dereceya yekemîn de ev her du kes berpirsiyar in.
Rojnamevanên li Tirkiyê destnîşan dikin ku Amerîka jî operasyonekî wek revandina Cemîl Bayik re tensîp an jî germ lê nanêre. Diyar dikin ku Tirkiye bi vê awayî dixwaze ya PKK’ê bi YNK û KDP’ê bi hev bide şerkirin û di nava kurdan de şerekî mezin bide derxistin, Amerîka ji pêşketinekî wisa re wê nebe tamaşeker. Armanceke din a girîng jî ew e ku bi pêvçûna di navbêra kurdan de dixwazin referandumê asteng bikin.
Çavkaniyekî din a li Silêmaniyê pêşketina bûyerê wiha vedibêje: “
MÎT, par derbarê du endamên xwe yên di nava PKK’ê ya li nêzî Cemîl Bayik li Qendîlê hatibûn bicihkirin de xebat dabû destpêkirin. Ev her du kesên ku di heman demî de ji bo îstîxbarata PKK’ê dixebitîn û heta wî demî jî ji bo têkiliyên xwe qût nekin agahiyên negirîng didan MÎT’ê, di bin qontrola Bayik de agahiyên xapandinê didan MÎT’ê. Ev rewş heta dema girtina van endamên MÎT’ê berdewam kiriye.”
Operasyon asta wî ya siyasî û navneteweyî jî hebû. Eger Hevserokê KCK’ê Bayik hatibûya girtin, wê di heman demî de bi Îranê re li ser Qendîlê Operasyonekî giştî ya berfireh hatibû plankirin, li ser vê armancî Sererkanê Leşkerî ya Îranê hate Anqereyê.
Ji bo operasyona tê gotin par di van mehan de, di çerçoveya agahdariya KDP û YNK’ê de ji bo heremê ekîbên ku di vê operasyona veşartî de bixebitin hatin şandin. Lê ev hêz derbarê berfirehiya operasyonê de nehatin agahdarkirin. Di bin navê karsaz, rojnamevan, karker û hwd de li Silêmaniyê û derdora wî de bi awayek çend grub hatin bicih kirin.
Bayik, derbarê di meha Tebax an jî Îlonê de wê li Silêmaniyê ameliyat bibe ji MÎT’ê re agahiyekî manîpule (xapandin) da şandin. Ajanên MÎT’ê yên di nava PKK’ê de her tim raporên wekî, operasyon mimkûne û Bayik wê di demek nêz de bi dizî derbasî Silêmaniyê bibe û eger hûn amadekariyek baş bikin hûn dikarin parastina wî derbas bikin û hwd, ji MÎT’ê re dişandin.
Li ser vê yekî MÎT dest bi operasyonê kir. Û yek jê Serokê Maseya Mesela Kurd û ya din jî Serokê Maseya PKK’ê du cigirên Musteşarê MÎT’ê hatin heremê.
Rêveberên MÎT’ê, ji bo berfirehiya operasyonê nîqaş bikin bi ajanên di nava PKK’e re randevû danîn. Qeyda dengê endamên MÎT’ê yên di malekî li navçeya Dokanê de pêk hatibû hat girtin. Piştre endamên îstîxbaratê ya PKK’ê li heremê tedbîr girtin, ya endamên MÎT’ê bi operasyonekî di mal de girtin û bi wesayîtan birin herêma darûber.
Di lêpirsîna van endamên MÎT’ê de ger derbarê vî operasyonî de û ger jî derbarê hemû karûbarên MÎT’ê yên hatî kirin de agahiyên berfireh hatin dayîn.
Piştî bûyerê rayedarên dewleta Tirk ji YNK û PDK’ê xwestin ku çewa dibe bila bibe divê endamên MÎT’ê ji PKK’ê bên standin, lê ev yek pêk nehat.
Piştre PKK, ragihand ku ew îhtîmal wê îfadeyên endamên MÎT’ê biweşînin kir, Tirkiye ya Îranê xiste dewrê û ji bo îfade di raya giştî de neyê aşkere kirin xwest zexta li ser PKK’ê bike.
Hat ragihandin ku PKK bi şertê ku berdel an jî beranberê wî bê dayîn dikare ya endamên MÎT’ê serbest berde.
Tê îdeakirin ku endamên MÎT’ê yên hatine girtin tê gotin ku di serî de kûjerên Sakîne Cansiz û hevalên wê û tevlî gelek sûcên din bûn e.
Li gor hin çavkaniyên kurd jî diyar dikin ku di navbera PKK û dewleta tirk de hevdîtinek pir zêde heye û dibe ku ev endamên MÎT’ê di rojên pêş de serbest bêne berdan.
07.09.2017
Rojev24