LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Îran lixwe mikur hat!

Îran lixwe mikur hat!

NAVENDA NÛÇEYAN – Rejîma Îranê ku di mijara dijbertiya kurdan de hevkariya bi Tirkiyê re zêde kiriye lixwe mikur hat, “Hevdîtina me ya li dijî kurdayetiyê û em li dijî referandumê ne.”

Rejîma Îranê ku di mijara dijbertiya kurdan de hevkariya bi Tirkiyê re zêde kiriye lixwe mikur hat. Serokê Şewirmendiya Serokê Olî ya Îranê Ayetûlah Alî Hamaney, Elî Ekber Velayetî, daxuyanî da û diyar kir ku ziyareta Sererkanê Leşkerî ya Îranê General Muhammed Bakirî ya li Tirkiyeyê dîrokî û diyarker dinirxîn in.

Velayetî, got “Ji bo vî serdanî eleqadariya Tirkiye nîşan da û di hêla naverok û cureya hevdîtinên li Enqereyê pêk hatî de, ev serdan serdanekî diyarker bû.” Hat zanîn ku mijara sereke ya serdanê dijbertiya kurdan bû, Velayetî, balkişand ku serdaneke di vê astî de piştî Şoreşa Îslamê ya Îranê cara yekemîn e hatiye lidarxistin. Velayetî, ji bo referanduma serxwebûnê ya başûrê Kurdistanê ku tê gotin wê di 25’ê îlonê de pêk wer e de jî ev tişt gotin: “Ev qaşo referandum wê bibe destpêka perçebûna Iraq ê. Em wek Îranê tevahî û yekgirtina axa Iraqê destek dikin û em li dijî referandumê ne.”

09.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً