LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê dest bi pêngava rizgarkirina rojhilatê Firatê kir

Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê dest bi pêngava rizgarkirina rojhilatê Firatê kir

ŞEDADÊ – Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê Pêngava Bagera Cizîrê ji bo rizgarkirina rojhilatê Firatê û paqijkirina bejahiya rojhilat a Dêra Zorê, dest pê kir.

Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê bi civîneke çapemenî ku li gundê Ebû Fas ê girêdayî navçeya Şedadê yê başurê Hesekê hate lidarxistin de, Pêngava Bagera Cizîrê, ragihand.

Di civîna çapemeniyê de Fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, Fermandarên QSD û gelek dezgehên çapemenî yên herîmî û cîhanî, amade bûn.

Daxuyanî ji aliyê Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî yê Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla ve, hate xwendin.

Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê wiha ye:

“Em bi navê Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Dêrzorê mizginiya destpêkirina Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina axa mayî ji Cizîra Sûriyê û rojhilatê Firatê ji terorê û paqijkirina bejahiya rojhilat a Dêrzorê, radighînin.

Di demeke ku xetên parastinê yên DAIŞ`ê tên şikandin û dawiya rêxistina terorê li bajarê Reqayê hatiye  û Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) destanên  lehengî û fedayê dinivisînin û dikaribûn sedî 70 ji bajar rizgar bikirina, çeteyên DAIŞ`ê hewl dide êrîşe herêmên Şedadê û bejahiya rojhilat a Dêra Zorê bike, da ku bi hewildaneke binkeftî moralên hêzên xwe li Reqayê bilind, bike. Ji ber vê yekê jî, em wekî Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê me dest bi vê pêngava  ku bi rihê berpirsyartî em piştgirî bidin biryarên xwe yên li Reqa û erka xwe ya li hemberî gelê xwe yê Cizîra Sûriyê bi giştî û taybet bejahiya Dêrzorê ku li benda vê kêliya dîrokî ne pêk bînin, kir.

Bi vê wesîleya giring em bang li gelê xwe yê li herêmê dikin ku derdora hêza me kom bibin û tevlî hêza me bibin, da ku terorê tesfiye bikin û gelê xwe ji zilmê xelas bikin. Di heman demê de, em bang li gelê xwe dikin ku dûrê  navendên teroran bikevin da ku zerar neghêje wan û em tekez dikin ku em ê bi hemû hewldanên xwe bikin da ku sivîl tu zerarê nebînin û em ê wan bighêjînin cihên bi ewle.

Di heman demê de, ji bo piştgirî û beşdarbûna QSD`ê di pêngavê de em wan silav dikin û li ser  destekdayîna asîmanî û bejahî em spasiya Koalîsyona Navneteweyî dikin.

Moralên hêzên me bilind in û ji bo pêkanîna serkeftinê ew amade ne.”

09.09.2017

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً