LEZGÎN
الرئيسية / KURDISTAN / Êrîşên li ser Rojava

Êrîşên li ser Rojava

ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK:

Di dîroka 24.08.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrişî gundên Eyn Deqnê, Belûniyê û Maranezê yên girêdayî navçeya Şera û bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Her wiha di heman demê de balafirên keşfê yên artêşa Tirk li ser navçeya Şera geriyan.

Di dîroka 25.08.2017`an deçeteyên girêdayî artêşa Tirk bi roketan êrişî Girê Baz û Girê Barîn yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 26.08.2017`an saet 02:30`an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî bi obûsan êrişî gundên Eyn Deqnê, Malikiyê, El Kamiyê, Şêwarxa, Maranezê û Belûniyê yên girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Di heman demê de Şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger bersiv dan êrişa çeteyan û bi obûsan li çeperên çeteyan yên Kefer Xaşer xistin. Di encam de çeperên çeteyan hatin rûxandin, lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Dîsa di heman rojê de çeteyan bi topên hawanê êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 27.08.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi katyûşa, topên hawanê, bi çekên doçka û BKC êrişî Girê Baz û Girê Barîn ên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin. Şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger jî bersiv dan êrişa çeteyan.

Di dîroka 28.08.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi obûsan û çekên doçka êrişî Girê Qestelê, Maranezê û Malikiyê yên girêdayî navçeya Şera; bi topên hawanê û roketên B7 êrişî gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa û bi çekên doçka û BKC jî êrişî Girê Îska û Girê Şehîd Şîlan ên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 29.08.2017`an de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrişî Girê Baz, Girê Barîn û Girê Bedran yên girêdayî herêma Cindirêsê; bi obûs û çekên doçka êrişî gundê Maranezê yê girêdayî navçeya Şera ya Kantona Efrînê kirin. Her wiha saet di 22:00`an artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî navenda bajarê Efrînê topbaran kirin. Di encam de di nav de jin û zarok jî 7 sivîl birîndar bûn. Ji van birîndaran rewşa yekî giran e. Dîsa zerarên maddî çêbûn. Şervanên YPG, YPJ û HêzênŞoreşgerjî di heman demê de bersiv dan êrişa artêşa Tirk û çeteyên wî.  Nexweşxaneya Ezazê ku ji xwe re wekî baregehekî leşkerî bikartînin û Baregeha Kil Cibrîn hedef girtin. Lê di derbarê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Piştî bersivdayîna Şervanên YPG, YPJ çeteyan saet di 23:00an de bi obûsan êrîşe  gundên Maranezê, Şêwarxa û Eyn Deqnê yên girêdayî herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê kirin.

Di dîroka 30.08.2017`an de artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bi obûsan êrişî Haciza Xedamet a girêdayî navçeya Şera; bi topên hawanê êrişî Girê Baz, Girê Îska û Girê Barîn ên girêdayî herêma Cindirêsê û bi topên hawanê, SPC-9, çekên doçka û BKC êrişî gundê Basûfanê yên girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê kirin. YPG, YPJ û HêzênŞoreşger jî di heman demê de bi topên hawanê, obûs û roketên B7 bersiv dan êrişa çeteyan.”

Di dîroka 31.08.2017an de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di du rojên de, gundê Şêx Îsa bi sedan top û mûşekan , topbaran kirin. Şervanên YPG, YPJ û Hêzên Şoreşger jî bersiv dan û di encamê de artêşa dagirker û çeteyên wê derbe xwarin.

Di dîroka 1.09.2017an de balafireke  keşfê ya dewleta Tirk li asîmanê navçeya Şera ya Kantona Efrînê de nîv saetekê firiye û pişt re vegeriya cihê xwe.

Di dîroka 4.09.2017an de du  balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker li ser esîmanê Kantonên Şehba û Efrînê,  geriyan.

Di dîroka 6.09.2017an de Artêşa Tirk û çeteyên wê yên di Keleha Samanê bi cih bûne gundê Basofanê yê Kantona Efrînê topbaran kir.Di encamê de ziyanên madî di malên sivîlan de çêbû.

Di dîroka 6.09.2017an de jîLeşkerên Tirk Ciwanê bi navê Yûsif Hemed Hemade (19) ji gundê Esediyê yê bajarê Reqayê ye. li ser sînorê di navbera Kantona Girê Spî û Bakurê Kurdistanê de kuşt û avêt ser sînor.

10.09.2017

Rojev24

 

شاهد أيضاً

Hevserokatiya PYD’ê: Em bi berxwedanê gihîştin roja îro

​​​​​​​Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk di kongreya xwe ya 8`emîn de piştrast kir ku ew ê …

اترك تعليقاً