LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / MSD’ê li ser êrîşa Rûsya-Sûriyeyê daxuyanî da

MSD’ê li ser êrîşa Rûsya-Sûriyeyê daxuyanî da

DÊRA ZORÊ – MSD′ê bi daxuyaniyekê êrîşên rêjîmên Sûriyê û Rûsya ên li ser nûqteyên QSD′ê şermezar kir û bang li koalisyona navneteweyî kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemîne û bide rawestandin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), têkildarî êrîşa balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê ya li ser nûqteyên şervanên QSD’ê, daxuyaniyek da û got: “Bila Rûsya van êrîşên ku dikeve zimeta çeteyên DAIŞ’ê, bide rawestandin.”
MSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku bi berdewamiya pêngava rizgarkirina Reqayê re, QSD′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra zorê bi koordîneya kooalisyona navneteweyî re, dest bi Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên rojhilatê Dêra zorê kirin. Van hêzan derbeyên giran li çeteyan dan û xakeke rûberên fireh rizgar kirin.
MSD’ê got: “Di dema ku li herêma Sînayî (herêma pêşesazî) şerekî dijwar rû dide de, balafirên şer ên Rûsya û Sûriyeyê nuqteyên şervanan bombebaran kirin. Di encamê de 6 şervanên me birîndar bûn.
Wek MSD′ê em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş xizmeta DAIŞ′ê dike, her wiha di çarçoveya destekdayîna DAIŞ′ê û astengkirina pêşveçûna şervanan de pêk hatiye.”
MSD’ê bang li kooalîsyona navneteweyî û Rûsya kir û wiha got: “Em bang li koalisyona navnetewyî dikin ku van destwerdanan rawestîne. Her wiha bang li Rûsya jî dikin ku van êrîşên ku xizmeta terorê dikin û aloziya Sûriyeyê kûrtir dikin, rawestîne.
Armanca me ya sereke rizgarkirina gelê xwe ji terorê û peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re ye. Serkeftin a hêzên me ye, bimire teror.”,

 

17.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً