LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Cenga Mezin: vê seharê 40 sivîl hatin rizgarkirin

Cenga Mezin: vê seharê 40 sivîl hatin rizgarkirin

REQA – Operasyona rizgarkirina Reqa ji çeteyan û xelaskirina sivîlan didome, serê vê seharê li taxa Rewda ya navenda Reqa 40 sivîl hatin xelaskirin.
Operasyona rizgarkirina navenda Reqayê ku di 6 Hizêranê de hatibû destpêkirin di roja 105 an de bi lez û beza xwe didome. Di vê çarçoveyê de şervanên QSD ê bi pêşketinên leşkerî sivîlên ku di nava pencên çeteyên DAIŞ ê de rizgardikin.
Ji taxa Rewda ji milê tîmên taybet ên QSD ê ve qasî 40 sivîl vê seharê hatin rizgarkirin, di nav sivîlan de hin kesên ku berê ji helê çeteyên DAIŞ ê ve hatibûn birîndarkirin hebûn, piraniya xwe jin û zarok bûn.
Sivîl ji bo cihên bi ewle hatin veguhestin.

    

 

19.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً