LEZGÎN
الرئيسية / Bakurê Sûriya / Ji hilbijartina komînan re eleqeyek mezin: Komîn nûnerê fermî ya civakê ye

Ji hilbijartina komînan re eleqeyek mezin: Komîn nûnerê fermî ya civakê ye

QAMIŞLO – Li Herêma Federasyona Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ku her çiqas hilbijartina komînan nêz dibe ewqas jî coş û heyecana gel jî bilind dibe û elaqayek mezin heye. Li Amûdê jî ku heman coş heye hat gotin “Komîn nûnerê fermî ya civakê ye.”
Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, civîna xwe ya sêyemîn a meclîsa damezrîner rojên 27-28’ê Tîrmehê li hev civand û qanûna herêmên rêveberiyê û hilbijaritnê erê kir.
Di civînê de biryar hate dayin, ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê xwe bi 3 herêm û 6 kantonan bi rêxistin bike û sîstema hilbijartinê jî li ser 3 qonaxan hate destnîşankirin û hat destpê kirin.
Li gorî qanûna hilbijartinê û herêmên rêveberiyê, ku li gorî hevpeymana civakî hate erêkirin, 3 qonaxên hilbijartinên Federasyona demokratîk a Bakurê Sûriyeyê wê ji komînan dest pê bike û heta Kongreya Gel a Bakurê Sûriyeyê dewam bike. Di van her sê qonaxan de wê ji sedî 60 yên rêveberan bi hilbijartina giştî, 40 ji sedî jî bi rêya wezîfedarkirinê diyar bibin.
Li gorî sîstema hilbijartinê ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, 22’ê Îlona 2017’an wê hilbijartina hevserokên komînan bê kirin.
Ji ber serlêdana zêde dema serlêdana hevserokatiyê hatibû dirêjkirin
Komîseriya Hilbijartinê ya Bilind, di destpêka meha Tebaxê de, dema serlêdana ji bo hilbijartina hevserokên komînan 16-31’ê Tebaxê diyar kiribû. Lê belê ji ber zêdehiya serlêdanan ev dem heta êvara 5’ê Îlonê hate dirêjkirin.
Di nava Federasyona Bakurê Sûriyeyê de 3 hezar 947 komîn hene. Ji bo hevserokatiya 2 hezar 669 komînên herêma Cizîrê (Kantonên Qamişlo û Hesekê) zêdeyî 12 hezar serlêdan hatin kirin. Ji bo hevserokatiya 843 komînên herêma Firatê (Kantonên Kobanê û Girê Spî) bi giştî 3 hezar 100 serlêdan hatin kirin. Ji bo 435 komînên herêma Efrînê (Kantonên Efrîn û Şehbayê) zêdeyî hezar û 550 serlêdan hatin kirin.
Komîn nûnerê fermî ya civakê ye’
Rêveberê Komîseriya Rêveber a Hilbijartinên Komînên navçeya Amûdê ya girêdayê Kantona Qamişlo ya Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê Mihemed Xêr Tewfîq, derbarê amadekariyên hilbijartinê ya navçeya Amûdê û gundewarên wî de agahî da. Mihemed Xêr Tewfîq, diyar kir ku ew di heman demî de Hevserokê Xeta Şehşîd Rûgêş a ku 6 komîn li ser vê xetî heye û da zanîn ku li Amûdê jî eleqeyek mezin ji bo hilbijartina komînan heye. Mihemed Xêr Tewfîq, balkişand ser girîngiya komînan û wiha got: “Komîn nûnerê fermî yê civakê ye. Ji ber ku komîn çav û dilê civakê ye, ew bi pirsgirêkên civakê re rast e rast eleqadar dibin û çareser dikin.”
Tewfîq, anî ziman ku komîn di dîrokê de bi awayek xwezayî derketiye holê û got ku di hêla fêmkirina komînan de di civakê de carina pirsgirêk derdikevin lê dema ew bixwe dikevin navê fêm dike ku encax bi riya komînê dikare xwe birêve bibe û jiyana xwe bi sîstem bike. Mihemed Xêr Tewfîq, destnîşan kir ku komîn hevgirtina gel esas digire û bê cudahiyê bixe nava ol, nijad, pêkhate, ziman û hwd, pirsgirêkên xizmet, perwerde, parastin, tenduristiyê û hwd nîqaş dike û çareseriyê pêk tîne.
Tewfîq, diyar kir ku li navçeya Amûdê bi xeta gundan re 5 xetên komînan hene û di her xetî de 6-7 komîn hene û da zanîn ku ji bo hemû komînan ên pergala hevserokatiyê heye, serlêdan jî gelek in.

Bi civînan hem erka komînan û hem jî girîngiya hilbijartinê vedibêjin
Endama Rêxistiniya Hilbijartinan û endama Malbatên Şehîdan Ezîza Hac Çolî jî derbarê xebatên rêxistinkirina hilbijartinan de agahî da û da zanîn ku ew li seranserê Amûdê bi gel re civînan lidar dixin û girîngiya komînan û hilbijartinan vedibêjin. Hac Çolî, destnîşan kir ku di hemû civînên wan de eleqeyek mezin a gel çêdibe û ji ber vê yekî jî ji bo namzetiya hevserokatiya komînan serlêdan pir zêde çêbûn e. Ezîza Hac Çolî, ragihand ku bi vê serlêdana zêde diyar dibe ku ji hêla civakê ve federaliya demokratîk wek tekane çareseriyê dibîn in û qebûl dikin.
Ezîza Hac Çolî, derbarê şert û mercên namzetiya hevserokatiya komînan de ev agahî da: “Pêwîste temen 18 salî meztir be, ne xwedî tewan (Sûcê dijmirovahî nekiribe), di milê exleqî de ji aliyê civakê ve hatibe qebûlkirin, xwendin û nivisandin hebe, divê ne endamê hêzên leşkerî be, divê ji niştecihên heremê be, divê ji komîna girêdayî qada xwe hilbijêre.
Serlêdana jinan zêdetir e
Çolî, balkişand ser eleqaya jinan a ji bo hilbijartina komînan û diyar kir ku hem ji bo civînan û hem jî ji bo namzetiya hevserokatiya komînan eleqaya jinan zêdetir e.

Nûnerê Kongreya STAR a Amûdê Narîn Xalid jî derbarê xebata hilbijartinê ya ji bo jinan jî axivî û da zanîn ku ew wek e kongreyê ji bo tevlîbûna jinan a hilbijartinê xebatan dimeşîn in û ji bo vê jî ew niha qartên hilbijartinan ji bo deng bikaranînê di hemû komîn û malan de belav dikin.
Narîn Xalid jî, derbarê elaqaya jinan a ji bo hilbijartinê agahî da û got ku hem di hêla serlêdana namzetiya hevserokatiyê û hem jî tevlîbûna xebatên hilbijartinê de jin zêdetir e. Xalid, ev tişt gotin: “Em vê yekî bi fedekarî, xuliqkariya jinê ya di her qadî de ve girê didin. Ji ber ku jin dibêje ‘em di her qadî de xulikariyê pêk tînin lewma divê em karibin birêvebirina komînan de jî cih bigirin’.”
Ji aliyekî şer û ji aliyekî hilbijartina komînan heye’
Narîn Xalid, balkişand ser rewşa dawî ya li bakurê Sûriyê û ev tişt gotin: “Niha li Bakûrê Sûriyê ji aliyekî ve şer û ji aliyekî ve jî amadekariya danîna sandoqên hilbijartina komînan tê kirin. Ev tiştek pîroz e. Ev serkeftin bersiveke pir mezine li dijî êrîşên ser welatê me tê kirin e. Ev yek berxwedaniya gelê me nîşan dide ku tu êrîş wê nebin sedema bêçareseriya gelê me.”

 

18.09.2017
Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً