QAMIŞLO – Li taxa Siyahê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê motorsîkletek teqiya û di encamê de yek ji wan zarok 4 kes birîndar bûn.
Li nêzî xwaringehekî Taxa Siyahê ya bajarê Qamişlo ya Kantona Qamişlo ya ser Herêma Cizîrê ya Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê motorsîkletek ku sedema wê nayê zanîn teqiya. Di encama teqînê de yek jin, yek zarok bi tevahî 4 kesên sivîl ku navê wan nehat hînbûn birîndar bûn.
Heta niha derbarê sedema teqînê de agahiyek zelal nehat bidest xistin. Hêzên ewlekariyê ya Qamişloyê ku hatin cihê bûyer derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpê kirin.
Balkêş e ku li heman cihî dîsa 9 meh berê bi heman şêwazî teqînek pêk hatibû. Hat gotin ku dîsa di demekî ku hêzên rejîmê li Qamişlo ketibûn nav tevgeriyekê provakatîv û guman kişandibûn serxwe. Di demekî ku li Dêra Zorê di navbêra rejîm û QSD’ê de gengeşî çêbûye, bûyerek wiha mirov difikirîn e.
18.09.2017
Rojev24