– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Di van kêliyan de li taxên El-Emîn û Hena yên navenda bajarê Reqa û li taxên Rimêliye û Rewda yên aliyê rojhilat ên bajar û li taxa Tişrîn a bakur-rojhilat a Reqayê, şerên giran di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû dan. Şervanên QSD`ê derbeyên giran li çeteyan dixin û bi pêşve diçin.
* Qasî 40 sivil ji taxa Rewda ji milê tîmên taybet ve hatin rizgarkirin di nav sivîlan de hin kesên ku berê ji hêla çeteyên DAIŞ ê ve hatibûn birîndarkirin hebûn, praniya xwe jin û zarok bûn.
* Mihemed Ebû Adil wekî Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, hat diyarkirin.
* Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li derdora bajarê Ezazê bi cih dibin, bi çekên giran gundên Minix û Merenaz ên herêma Efrînê topbaran dikin.
* Hêza Çekdar a Tirkiyeyê di van çend rojên dawî de gelek wesayîtên zirxî sewkî herêma Oncupinara Kilisê ku dikeve sînorê Rojava dikin.
* Hêzên Rêjîma Sûrî bi piştgiriya mîlîşên Mertala El-Qelemûn duh êvarî, gundê Ebû Henaya li navçeya Eqêribat li rojhelatê Hemayê, di encama pevçûnên bi çeteyen DAIŞ ê re kontrol kir.
* Hêzên Rêjîma Sûrî bi piştgiriya hêzên tabura çaran, êrîşeke berfireh li ser bajarokê Eyn Terma li gundewarê Şamê kir.
* Peywirdarê wezareta berevaniya rûsî Iygor Konaşînkov di kongireke çapemenî de diyar kir ” tu sedem tune ye ku em Hêzên Sûriya Demokrat bombebaran bikin, û ev yek ne raste”
* Peywirdarê leşkerî yê şanda gotûbêjên Astana Abdulrahim yekşemê diyar kir ku hemî navçeyên rikberiyê li Idlib, Heleb û Hema di rekeftina agirbestê de ne.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di çarçoveya Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) de ji bo betalkirina referandumê wê bi Serokomarê Fransa Emmanuel Macron re hevdîtinekê pêk bîne.
* Serokwezîra Almanyayê Angêla Mêrkê got: Berlîn ji bo azadiya welatiyên almanî ku Enqerê ew ji ber sedemên siyasî zîndanî kirine tu rêçareyek ji dervey sînordarkirina peywendiyên xwe yên abûrî bi Tirkiyê tune ye.
* Tirkiyê ji Efxanistanê xwest ku dibistanên cemaeta Gulen li welatî wan îdare dikin girê bide.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Li rojavayê Mûsilê li dibistana ku leşkerên hêz û eşîrên sunî perwerdehî diditîn teqîn pêk hat. Di teqînê de 15 kes hatin kuştin û 23 kes jî birîndar bûn.
*Cîgirê Serokkomarê Iraqê Nûrî El Malikî ragihand ku referandûma serxwebûna Kurdistanê ne destûrî ye û tekez kir ku dê nehêlin Îsraîleke duyem li bakurê Iraqê çêbibe.
* Li navçeya Xurmatû ya Selahadînê kampanya piştgiriya bo giştpirsiya 25ê îlonê ya serxwebûna Kurdistanê dest pê kir.
* Serokwezîrê Iraqê Hayder Elebadî ragihand, ku li nêzîkî Başîkê di kampekê de hezar û 300 kesên DAIŞî hene û ji wan jî 500 kes hemwelatiyên Tirkiyê ne.
* Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo kombûna ya kurdan a li Waşingtonê peyamek şand û têde daxwaz kir, ku “Amerîka piştgiriya xwasteka gelê Kurdistanê” bike.
* Hikûmeta Herêma Kurdistanê û şîrketa Rosneftê ya rûsî, li ser avakirina boriya hinardekirina gaza sirûştî li hev kirin.
* Meclisa Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Elî Şemxanî îro yekşemê ragihand, eger Herêma Kurdistanê ji Iraqê veqete, Îran dê hemû dergehên xwe yên sînorî bi Herêma Kurdistanê re bigire.
* Balyozên Îran û Tikriyê li Bexdaya paytexta Iraqê li ser mijarên herî girîng ên navçe û Iraqê şêwirîn.
– CÎHAN:
* Cîgerê serokê birêveberiya Amerîka bakur di wezareta kare derve ya Kûryaya bakur Tişay Gan civîneke nehênî li gel cîgirê wezîrê kare bere yê Amerîka yê bere Îvanz Rêfir re lidar xist.
18.09.2017
Rojev24