REQA – Li Reqayê û bi taybet li navenda bajar ev çend rojin şerên dijwar didomin, di encama şerên dijwar de ji duh ve 49 çete hatin kuştin û hêjî li navenda bajar şer didiome.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ku di 6`ê Hizêranê de hate destpêkirin, bi hemû hêza xwe berdewam dike.
Li taxên Emîn û Hena yên navenda bajar û taxên Rimêliyê, Rewda yên rojhilatê bajar di navbera şervanên QSD ê û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran diqewimin.
Şervanan li van taxan motorsklêtekî çeteyan ê bombebarkirî teqandin. Di şerê ku hîn didome de 49 çete hatin kuştin, her wiha 21 kilêş, 50 guleyên ARG ketin destê şervanan.
Di şerê li van taxan de 3 şervanên QSDʹê şehîd bûn û 4 birîndar bûn.
19.09.2017
Rojev24