– ROJAVAYÊ KURDISTAN Û SÛRÎ:
* Der barê teqîna ku li taxa Siyahî ya kantona Qamişlo bi ser herêma Cizîrê ve pêk hat de, Berdevkê Fermî yê Hêzên Asayîşa Rojava, daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de hate gotin: ″Hêzên Dîfa Wetenî yên girêdayî rêjîma Baas motorsîkletek bombe kirin û saet di 19.45′an de li kolana Siyahî ya bajarê Qamişlo teqandin. Di encamê de zarokekî 4 salî jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.
* Li taxên Emîn û Hena yên navenda bajar û taxên Rimêliyê, Rewda yên rojhilatê bajar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê de şerên giran diqewimin.Şervanan li van taxan motorsklêtekî çeteyan ê bombebarkirî teqandin. Di şerê ku hîn didome de 49 çete hatin kuştin, her wiha 21 kilêş, 50 guleyên ARG ketin destê şervanan. Di şerê li van taxan de 3 şervanên QSDʹê şehîd bûn û 4 birîndar bûn.
* Bargeha Himêmîm ya Rûsî, ragihand ku pêşketinên hêzên Rêjîma Sûriyê li Dêra zorê heta ku hêzên terorîst lê hebin narawest e.
* Çalakvana mafnas ya rûsî Ana Koznitsova Duşemê ragihand ku nêzî 445 zarok ji Rûsiyayê li deverên şer li Îraq û Sûriyê ne, bêyî ku bide xuyakirin bê çawa gihiştine wê deverê.
* Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina rewşa bajarê Dêrezorê yê Sûriyê, daxwaza hevdîtinê li Rûsyayê kir.
– BAKURÊ KURDISTAN Û TIRKÎ:
* Parlamenterê AKPê yê Amedê Galip Ensarioglu piştgirî da referanduma serxwebûna Kurdistanê ya ku wê di 25ê Îlonê de were encamdan. Ensarioglu got: “Kerkûk di destên kurdan de be baş tir e.”
* Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li New Yorkê bi nûnerên saziyên yahudî re civînek li dar xist.
* Hate ragihandin ku Erdogan û Ebadî di 18ê Îlonê de pêwendiyeke telefonê pêkanîn. Serokomarê Tirkiyê û serokwezîrê Iraqê careke din dijayetiya xwe li hemberî lidarxistina Giştpisîna Cudabûnê li Herêma Kurdistanê ragihandin.
* Parêzgariya Çewlîgê bi daxuyaniyeke nivîskî aşkera kir ku li 22 deverên girêdayî navenda Çewlîg û navçeyên Darahênî, Solexan û Kanîreşê û 5 navçeyên wek herêmên ewlekarî hatine ragehandin, derketina wan deveran hatiye qedexekirin.
* Di encama şerê li çiyayê Cûdî yê Silopiyê a Şirnax de Hêzên Gerîla meşîneyek Artêşa Tirk li gel hejmarek ji otombêlên mertal girtin.
* Hikumeta Tirkiyê dest bi amadebûna 25 hezar leşkerî dike da ku wan bişîne parêzgeha Idlibê ya li bakurê Sûriyê.
– BAŞÛRÊ KURDISTAN Û IRAQ:
* Parlamenterê Partiya Mihefezekar û Endamê Grûba Dostaniya Kurdan Nedim Zehawî di axaftina xwe de ragihand ku Parlamentoya Îngîltereyê ji bo referandumê desteyeke çavdêr dişîne Kurdistanê.
* Wezîrê Derve yê berê yê Frensayê Bernard Kouchner di axaftina xwe ya çapemeniyê de piştgiriya referandomê û ragihandina dewletî kurdî kir.
* Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ji bo piştgirînش referandomê ji partiya xwe Tevgera Goranê îstîfa kir.
* Serokê Bereya Tirkmenên Kerkûkê Erşad Salihî li ser êrîşa ser Pêşmergeyan ku li Kerkûkê bûbû sedema rageşiyê û pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest dabû daxuyanî da. Herwiha Serokê Tevgera Netewperwer a girêdayî heman partiyê Abbas Beyatli jî bûyera li Kerkûkê rû daye şermezar kir.
* Serokê Şaxa Hewlêrê ya Bereya Tirkmenî ya Iraqê û Cîgirê Serokê Encumena Parêzgeha Hewlêrê Azad Kurecî ragihand ku ew ji navenda partiya xwe cuda difikire û got: “Çarenûsa Tirkmenên li vê derê, bi çarenûsa birayên wan ên Kurd re yek e. Sepandina biryara navendê, ne guncav e.”
* Firokeyên cengî yên Tirkiyê sînorê esmanî yê Başûrê Kurdistanê derbas kirin û çend cih li devera Biradost a ser bi navçeya Soranê ve bombebaran kirin.
– ROJHILATÊ KURDISTAN Û IRAN:
* Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî di axaftina xwe de ragihand ku heke Amerîka ji peymana nûklerî vekişe wê bedeleke giran bide.
* Endamê Civata Kifşkirina Xêr û Karê Îranê Elî Ekber Wilayetî, peywendiyên di navbera Pêken û Têhranê de, peywendiyên stratêjîk dan zanîn û got: Çîn û Îran her du jî mêhwerên girîng ên alûgorên navneteweyî ne û Îran pêşwaziya berfirehbûna peywendiyê du alî dike.
– CÎHAN:
* Wezîrê Parastin ê Amerîkayê James Mattis li Pentagonê di axaftina xwe de ragihand ku dê nêzîkî 3 hezar leşkerên din bişînin Afganistanê.
19.09.2017
Rojev24