NAVENDA NÛÇEYAN – Li Herêma Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê, kurd, tirkmen, ermen, suryan, ereb, ji bo 12 hezar û 421 namzetên hevserokatiya komînan diçin ser sandoqan. Ciwan, pîr, astengdar û yê herî zêde jî jin eleqeyek mezin nîşanê hilbijartinan didin.
Li Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê niştecihên kurd, tirkmen, ermen, suryan, ereb, ciwan, pîr, astengdar û yê herî zêde jî jin di seatên sibehê de ji bo hilbijartina komînan li navendên hatine diyarkirin çûn ser sendoqan.
Ji sê herêman (Efrîn, Firat, Cizîr) û di 5 kantonan de 12 hezar û 421 ji bo hevserokatiya 3 hezar û 732 komînan diçin ser sandoqan, dengdayîn berdewam dike.
Welatiyên Kantona Girê Spî yên kurd, ereb, tirkmen û ermen ji bo mafê xwe yê dengdayînê ji serê sibehê berê xwe dane 326 navendên hilbijartinan da ku hevserokên 325 komînên li kantonê hilbijêrin. Li vir ku eleqeyek mezin çûna ser sandoqan heye heman coş û heyecen li navçeya Eyn Îsa ku demek nêz de ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û yê herî zêde koçberî li wir hatî kirin, pêk tê.
Astengdaran jî berê xwe dane navendên komînan
Li kantonên Efrîn û Şehbayê ya Herêma Efrînê jî, bi sed hezaran kes berê xwe dane ser sandoqan. Li vir jî ku eleqeyek mezin ji hilbijartinan re tê nîşandan, gelek astengdaran jî bi alîkariya xizim û niştecihên heremê diçin navendên ku ji hêla Desteya Bilind a Hilbijartinê ve hatiye diyarkirin, dengê xwe bikar tînin. Welatiyê astengdar ê bi navê Receb Selah ji kantona Şehbayê ya herêma EFrînê diyar kir ew jî wekî hemû gelên herêmê deng xwe dide û got ku dê komîn mafên wan û destkeftiyên welatên biparêze.
Li Hesekê suryanî jî eleqayak mezin nîşan didin
Li gund, navçe û bajarê Hesekê ya Kantona Hesekê Herêma Cizîrê jî, kurd, ereb û suryan di heremên komînên xwe de diçin ser sandoqan. Bi sedan welatiyên Suryan ên bajarê Hesekê berê xwe didin navendXên hilbijartinan û dengê xwe didin. Li gorî rayedarên Komseriya Bilind a Hilbijartinan, hat diyar kirin ku tevlîbûneke mezin a welatiyên Suryan ji bo hilbijartinan heye.
Heman kêfxweşî û coşa hilbijartina komînan li gund û bajarê Til Temir jî heye. Welatiyê bi navê Hesen Xelef ê ji gundê Um El-Kêf a bakurê bajarê Til Temir, kêfxweşiya xwe a beşdarbûna hilbijartinan nîşan da û diyar kir ku ew cara yekemîne beşdarî hilbijartinên azad û demokratîk dibe. Xelef bang li şêniyan kir ku berê xwe bidin sindoqên dengdanê da û hevserokên komînên xwe hilbijêrin: ʺDivê tevahî şêniyan beşdarî hilbijartinan bibinû û kesên guncaw ji bo hevserokatiya komînên xwe hilbejêrin.ʺ
Ciwan wek e her car bi dirûşm û coş beşdarê hilbijartinan dibin
Li gelek navendên dengdayînê ciwan ku ji aliyekî ve bi awayek xwezayî peywira ewlekariyê girtine ser milê xwe di heman demî de li ser kamyonetan dika muzîkê ava dikin, ji bo beşdariya hilbijartinan xûrtir bibe, dirûşm, axaftin û muzîkên şoreşgerî bi dengên bilind diqêrin.
Ji aliyekî ve jî jin û zilamên temen mezin ligel gopalên di destê xwe de bi alîkariya zarokên xwe dikevin milê wan û ji bo dengê xwe bikar bînin, ligel kişandina zahmetiyê jî tên navendên hilbijartinê.
Karkerên avahiyê jî bi kincên kar hatin navendên hilbijartinê û dengê xwe bikar tînin.
Di sûk û kolanên vala de ji zarokan re firsend derket
Bi hişyariya Komîsertiya Desteya Bilind a Hilbijartinê ku ji bo îro niştecih karibin bi rehetî dengê xwe bikar bînin, ji bilî dermanxane û nexweşxaneyan hemû dikan û kargeh girtî man. Ji ber vê yekî ku sûk û kolanên li bajaran vala mane, yê ji vê yekî sûd wergirtin zarok in. Zarokên ku bi kêfa dilê xwe di van kolanên vala de dilîstin, nîşaneya serkeftinê jî jibîr nedikirin.
Ji bo şopandina hilbijartinê şandeyek digere
Li gor agahiyan, li gelek gund, navçe û bajarên kantonan, şandeyek çavkaniyê ku ji sazî û kesên serbuxwe yê bi navê desteya Niştîmanî ya Veguhertinê-Tevgera Guhertina Demokratîk hatiye avakirin, digere û şopandinê dike.
Ewlehî tam ewlehî ye!
Ji bo ewlekariya hilbijartinê jî, endamên hêzên Asayîşê pêk tînin. Endamên Asayîşê ku piraniya wan li derveyê navendên dengdayînê dimîn in, her niştecihên ku tên dengê xwe bikar tînin, heta spasiya xwe ji endamên hêzên Asayîşê re nekin derbas nabin.
Di hûndirê navendan jî peywirdarên ku ji hêla Desteya Bilind a Hilbijartinê ve hatine peywirdarkirin, li ser sandoqan cih digirin.
Hilbijartina komînan, bi coş berdewam dike. Tê gotin ku wê heta seat 20.00’an dengdayîn pêk wer e.
‘Beşdarbûna mezin bersivek e ji ENKS’ê re’
Niştecih, endamên Komîseriya Desteya Bilind a Hilbijartinê, kurd, ereb, suryan û tirkmenan ku ji kamerayê me re axivîn, diyarkirin ku yekem care hilbijartina komînan çêdibe û ew bi vê yekî pir kêfxweş in. Niştecihan anîn ziman ku ev beşdarbûna mezin a ji bo hilbijartina komînan, bersivek e ji biryara boykotkirinê ya ji hêla ENKS’ê ve hatibû dayîn.
Navenda ENKS’ê 3 roj berê bi daxuyaniyekî ragihandibû ku ew bang li hemû gel dikin hilbijartina komînan a ji aliyê Rêveberiya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ve tê kirin, neçin ser sandoqan û boykot bikin.
22.09.2017
Rojev24